Li sînorê Kilîs û Karkamişê wesayîtên bê plake cirîdan davêjin

DÎLOK - Li xeta sînor a Kilîs û Karkamişê ku di bin venêrîna TSK'ê de ye û li navenda bajêr gelek wesayîtên bêplake digerin û ji ber vê gel diqilqile.

Li xeta Kilîs û Karkamişê ku sînorê wê bi herêmên Cerablûs, Ezaz, Bab û El Raiyê ve hene (ev herêm ji aliyê komên ku di bin banê artêşa tirk de hatine dargirkirin) wesayîtên spî, gewr û bêplake cirîdan davêjin. Nayê zanîn ku wesayît aîdî kê ne û di hundurê wan de kî hene. Lê ji ber kesên bi rî yên ku wesayîtan bi kar tînin, gelê herêmê nerihet e. Welatiyên li Kilîsê dijîn, gotin ku li hêla rastê ya camên pêşî yên van wesayîtan bi erebkî peyva "polîs" nivîsandiye. Şahidan, anî ziman ku ev wesayîtên bêplake bêyî lêgerînê di noqteyên lêgerîn û deriyên sînor de derbas dibin.

YÊN WESAYÎTAN BI KAR TÎNIN KOMÊN OSO'YÊ NE

Welatiyê bi navê Hasan Baş ku nexwest dîmen û wêneyên wî bên kişandin, derpêş kir ku yên wesayîtan bi kar tînin endamên OSO'yê ne. Baş, diyar kir ku li nav bajêr ev wesayît nayên sekinandin û kontrolkirin. Baş, dest nîşan kir ku rayeya kesên ku van wesayîtan bi kar tînin ji ya polîsan zêdetir e. Baş, got ku ji ber van wesayîtên bêplake niştecihên bajêr nerihet in û wiha got: "Piştî destpêkirina şerê Sûriyeyê tu hizûr ji me re nema. Kesên nenas, yên birî tên û diçin. Em van kesan nas nakin. Ev zêde zêde me nerihet dike."

Ev wesayîtên bêplake ku li sînorê Kilîs û Karkamişê digerin berê li sînorê Hatay û lîmana Mêrsînê hatibûn dîtin. Sal û nîvek berê, li Lîmana Mêrsînê pîqabên bi marka ISUZU dema di Deriyê Sînor ê Oncupinar ê Kilîsê de derbasî Sûriyeyê dibûn hatin dîtin û hatibû derpêşkirin ku ev wesayît şandine qadên ku El Nûsra û DAIŞ lê bûne. Her wiha li navçeya Reyhanli ya Hatayê jî ev wesayît ji bo komê tundraw hatibûn şandin.

DI BIN KONTROLA TSK'Ê DE DIGERIN

Ev wesayîtên ku li Mêrsînê û Hatayê firotibûn komên tundraw û yên bêplake ku li Kilîs û Karkamişê digerin dişibin hevdu. Her wiha ji ber ku li qadên ku destûra kesî nayê dayîn biçinê bi rihetî digerin, ev jî nîşan dide ku têkiliya wan bi TSK'ê re heye.

Erdogan Alayumat/Hacı Yusuf Topaloglu - dihaber