ŞIRNEX - Li nêzî Balafirgeha Şerafettîn Elçî, xebatên înşaete tên kirin. Çavkaniyên herêmî, diyar kirin ku xebatên ji bo pista firînê ya balafirên şer hatine destpêkirin.
Nêzî mehekê ye xebata înşeatê li nêzî Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya li ser riya Cizîr-Hezexê ye dest pê kir, bênavber didome. Xebata înşeatê ji qada ku li cem balafirgehê ye dest pê dike û heta gundê Deştadêrê diçe û her wiha xebatên lêkolînê jî bi awayekî nepen tên birêvebirin. Ekîpmanên girêdayî Muduriyeta Polîsan a Navçeyê qadê kontrol dikin û her wiha xebat bi gelek kemçeyan ve tê birêvebirin. Axa ku ji qadê tê derxistin jî dibin noqteyên cuda.
HAWIRDORA WÊ BI DÎWARÊN BETONÎ HAT DORPÊÇKIRIN
Qada şantiyeyê bi dîwarên betonî hatiye dorpêçkirin û destûr nayê dayîn ku kes nêzî wê bibe û her wiha têketin û derketinên wê jî ji aliyê gelek polîs û peywirdarên ewlehiya taybet ve tên kontrolkirin. Heta niha rayedarên balafirgehê, der barê xebata li balafirgehê de tu daxuyanî nedane û li derdorê bi tu awayî lewhe tune ne.
JI BO BALAFIRÊN ŞERÎ PÎSTA FIRÎNÊ
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, sedema van xebatên kolandinê ew e ku balafirgehê veguherînin balafirgeha leşkerî. Çavkaniyan, anî ziman ku piştî ku xebat biqedin dê ji balafirgehê balafirên şerî rabin û xebatên li qadê jî ji bo çêkirina pîsta firînê ya balafirên şerî ye.
HER ROJ MUHÎMAT Û SEWQIYATA LEŞKERÎ
Bi taybetî ev balafirgeh di dema îlankirina qedexeyên derketina derve de ji bo sewqiyata leşker û polîsan dihat bikaranîn û her wiha ji bo operasyonên leşkerî yên li herêmê jî tê bikaranîn. Hema bêje her roj balafirên kargoyî leşkeran û muhîmatan sewq dikin.