'Mêraniya ku tê sorkirin êrîşên zayendî zêde dike'

EDENE - Pispora Xizmetên Civakî Belgîn Işik, aşkera kir ku di salên dawî de pergala serdestiyê ya mêr xwe ji nû ve ava dike, bi cudahiya cînsî re derdixe holê, biryarên bêcezabûnê yên der barê êrîşên zayendî de, her ku diçe êrîşa zayendî ya li dijî jin û zarokan zêde dike û wiha got: "Mêraniya ku tê sorkirin, êrîşên zayendî zêde dike."

Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), di sala 2014'an de li Tirkiyeyê hezar 377 jê zarokên kur, 9 hezar 718 zarokên keç û bi giştî 11 hezar 95 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû mane. Zarokên ku hatine îstismarkirin, sedî 57,6'ê wan 15-17 salî, sedî 23,9'ê wan 12-14 salî û sedî 18,5'ê wan jî temenê wan 11 salî ye. Li gorî daneyên TUÎK'ê, piştî Stenbol û Enqereyê, di rêza sêyemîn a îstismara zayendî de Edene tê. Pispora Xizmetên Civakî Belgîn Işik der barê êrîşên zayendî de agahiyên girîng da.

Işik da zanîn ku îstismara li dijî zarokan bi sedan sal e mijareke ku tê zanîn e û wiha axivî: "Îstismara li dijî zarokan, bi xwe re encamên trajîk, tibbî, hiqûqî û derûnî-civakî tîne û mijareke gelekî cidî ye. Zarokê ji hêla kesekî têghiştî ve ji bo hişyariya cînsî û ji bo têrkirinê bi kar anîn, di karên fihûş û pornografîk te bi karanîn, îstismara zayendî ye. Dema zarok ji hêla yekî nêzê xwe, an jî kesekî ku li wan mêze dike ve rastî îstismarê bê, ev dibe 'ensest'. Ne tenê malbat, hemû civak û saziyên civakî berpirsyar in."

LI HER DERÎ ÊRÎŞ HEYE

Işik aşkera kir ku îstismar sûcekî giran e û li tevahiya cîhanê ev rewş tê dîtin û piştrast kir ku li hemû qadên civakî, aborî û di temenî de, li mal, dibistan, kuçe, zevî, mizgeft, wargeh, nexweşxane û hwd. êrîşên zayendî pêk tên û wiha pê de çû: "Kesên îstismarê dikin, bi giştî ne kesên xerîb in, kesên nêzî zarok û mêrên ku zarokan nas dikin jî vê êrîşê pêk tînin." Işik destnîşan kir ku sedem "Mêrê ku hatiye sorkirin e" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gorî zarokên kur, zarokên keç hêj zêdetir bi îstismarê re rû bi rû dimînin. Bajarê Edeneyê di rêza 3'yemîn de cih digire. Sedema êrîşên zayendî yên li dijî zarokên kur û keç, bi pergala mêr a serdest ve girêdayî ye. Di demên dawî vê pergalê xwe mezin kiriye û cudahiya zayendî derdixe holê."

Işik pitrast kir ku polîtîkayên hikumetê êrîşên zayendî zêde dikin û aşkera kir ku divê li dijî van êrîşan kampanyayek bê destpêkirin.