Piştî tundiya 9 salan jiyanek nû ava kir

ÎZMÎR – Yasemîn Balaban ji destpêka rojên zewacê heta 9 salan rastî tundiyê hat. 9 sal şûnde wê û hevjînê xwe dev ji hev berdan. Balaban a bi 2 zarokên xwe re jiyanek nû ava kir wiha got: “Bila tenê jin hevsî malan nekin û li dijî tundiyê serî netewînin. Tiştekî ku jin bi ser nexînin nîne.”

Li welêt her ku diçe êrîş û tundiya li dijî jinê zêde dibe. Li dijî tundiyê têkoşîna jinan jî berfireh dibe. Her roj jinek li jinên ku li dijî tundiyê derdikevin zêde dibe. Yek ji van jinan jî Yasemîn Balaban e. Balaban hêj 2 salî ye bi malbata xwe re ji ber sedemên aborî ji Bismila Amedê koçî Îzmîrê dike. Ji ber nasnameya wê tune ye dereng diçe dibistanê. Tenê 3 sal dibistan dixwîne. Balaban ji bo alîkariya debara malbatê bike di 12 saliya xwe de di karên tekstîlan de dest bi kar dike. Balaban din av makîneyên kar ên ku ji bejna wê bilindtir in dest bi têkoşîna kedê dike û di 14’emîn saliya kar de dizewice.

Balaban di rojên ewil ên zewacê de rastî tundiya zilam tê û ev tundî 9 sal li dijî wê didome. 2 zarokên Balaban jî hene. Balaban li gel tundiya fizîkî her tim rastî van gefan tê: “Nexebite. Tu jinî di mal de rûnê. Li zarokên xwe binêre.” Balaban a ku êdî li dijî tundiyê bêzar ma di sala 9’emîn de ew û hevjînê xwe dev ji hev berdan.

'TENÊ BILA JIN XWE LI MALÊ HEVS NEKIN’

Balaban diyar kir ku piştî ew û hevjînê xwe dev ji hev berdan bi zarokên xwe re jiyanek nû ava kiriye û got piştî demekî şûn ve ew bû xwediyê karê xwe. Balaban piştî karê xwe ava kir ji nêz ve bi pirsgirêkên jinên li derdora xwe re jî eleqedar dibe û got kincên ew didirû hem li gorî jinan çê dike û hem jî kevneşopiya çanda xwe didomîne.

Balaban destnîşan kir ku kincên ew çêdike dema li ser jinan dibîne gelek bextewar dibe û wiha got: “Di nav civakê de cihê jinê li malê rûniştandin, xwarin çêkirin û ji hevjîn û zarokên xwe re xizmet kirin nîne. Li her qadê mafê jinê yê xebatê heye. Tenê bila jin xwe li malê hevs nekin û serî netewînin. Tu tiştek ku jin pêk neyne û bisernexîne nîne. Di nav civaka me de gelek jinên rastî tundiyê tên hene û dema dixwazin dev ji hevjînê xwe berdin jî ji aliyê zilam ve tên qetilkirin. Civak ji vê yekê re beden dimîne. Divê em bêdeng nemînin û em wek jin bêtir di nav piştgiriyê de bin. Heke ku em wek jin têkoşîna xwe bilind bikin, em ê hemû pirsgirêkan çareser bikin.”