ENQERE - Meşa Edaletê ya ku 7 roj e berdewam dike, malbatên Somayê yên ku gelek xizmên xwe wan di kana komirê de winda kirin, malbatên kesên ji doza Balyozê tên darizandin, ji navçe û bajaran bi piştgiriya hezaran kesî dewam dike.
Meşvanan duh êvarê li Zozanên Meşeyê bêhna xwe standin, di saet 09.00'an de dîsa dest bi meşê kirin. Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu duh di rê de civîna koma partiya xwe li darxist û bersiv da gotinên Serokomarê tirk Tayyîp Erdogan ên der barê fermana darêzê de. Îro daxuyaniya çapemeniyê nehat dayîn.
Di meşa edaletê de malbatên Somayê, malbatên doza Balyozê, rêxistnên Bolu û Muglayê yên CHP'ê û bi hezaran kes di rê bi rê diherikin. Meşvanên ku her nêzîkî Boluyê dibin, hejmara wan zêde dibe.
Di meşê de gelek kesên bi serê xwe tev li bûne jî hene. Meşa di tevahiya rê de zêde dibe, dirûşmên "Edaletê" tê berzkirin, dîsa kesên bi şaşik û bi cube bi kopalan dimeşin û rixmê vê jî piştgiriyê didin meşê.
Di dewama meşê de dem dem di 2-2,5 kîlometreyan de meşvanan bêhna xwe distand, dê îro bêhnstandin neyê dayîn. Piştî meşvanan 8 kîlometre li dû xwe hişt, dê Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHP'ê ji hêla Kiliçdaroglu ve bê komkirin. Di civîna MYK'ê de tê gotin ku dê Kiliçdaroglu der barê meşê û îdiayên di rojevê de nirxandinan bike.