Xwendekarekî Zanîngeha Enqereyê hat girtin

ENQERE – Xwendekarê Zanîngeha Enqereyê Mehmet Karadaşoglu bi hinceta “Endamê rêxistinê ye” hat girtin û şandin Girtîgeha Sîncanê.

Hefteya borî li Enqereyê polîsan bi ser mala xwendekar Yekta Erpolat, Îbrahîm Îşçîmen, Yîgît Aslan û Mehmet Karadaşoglu de girtibûn û ew binçav kiribûn. Piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan Erpolat, Îşçîmen û Aslan bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Karadaşoglu jî bi hinceta “Endamê rêxistinê ye” hat girtin û şandin Girtîgeha Sîncanê.