REQQA - Yek ji Fermandarên QSD'ê Rojda Felat, têkildarî "Cenga Mezin" a li dijî DAİŞ'ê li Reqqayê dane destpêkirin diyar kir ku ew dê di demek nêzîk de Reqqa ji destê DAÎŞ'ê rizgar bikin û teslîmî gelên Reqqayê bikin. Rojda, êrîşên Rejîma Sûriye yên hewayî jî rexne kir.
Hamleya Cenga Mezin a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku ji bo Reqqa ji destê DAÎŞ'ê paqij bike di roja 15’an de berdewam dike. Şerê dijwar di navbera Şervanên QSD'ê û DAİŞ'ê de didome. Bi taybet li taxên El Berîd û Qedisîye şer bi dijwarî didome. Heta niha bi sedan welatiyên sivîl hatin rizgarkirin. Jiber ku QSD heta niha 5 tax ji destê DAÎŞ'ê rizgar kir û QSD di nava Reqqa de pêş ve diçe Rejîma Sûriye bêzar bû. Balafirên Rejîma Sûriye 3 roj berê ser hêzên QSD'ê bombe kir. Li ser vê yekê Hêzên DYA balafirek şer a Sûriye xist xwar. Piştî balafira şer a Sûriye hat xistin rageşî zêde bû. Têkildarî Cenga Mezin a li Reqqayê yek ji Fermandarên QSD'ê Fermandar Rojda Felat, diyar kir ku pêşveçûna wan a li Reqqa didome û wiha got: "Ji ber me planên rejîma Sûriye xera kir êrîşên wê yên li hemberî me zede bûn.
EM DÊ DI DIMEK KIN DEBAJAR AZAD BIKIN
Felat, anî ziman ku operasyona wan a li dijî DAÎŞ'ê bi serkeftî pêşve diçe û wiha got: "Li taxên El Berîd û Qedîsiyê di navbera hêzên me û DAİŞ'ê de şerê giran heye. Ji bo ku em tevahiya Reqqa ji destê DAİŞ'ê rizgar bikin, em rêbazên nû dikin meriyetê. Me ji ber van rêbazen nû di milê leşkerî de serkeftinên mezin bi dest xistine. "
LI REQQA ÇENGA MEZIN HEYE
Felat, bal kişand ser gotinên “Korîdor ji DAİŞ'ê re vekirine" jî rawestiya û wiha axivî: "Ev gotinên bi vi rengî ji bo propaganda belav dibin. Em li hemû taxên ku di destê DAİŞ'ê şerekî dijwar dimeşînin. Her roj êrîşan pêk tînin. Bi taybetî bi maşîneyên bi bombe êrîş dikin. Li taxan şerê dijwar diqewimin. "
PLANÊN REJÎMÊ XERA DIBIN
Felat, anî ziman ku balafirên rejîma Sûriye êrîşî bejahiyên Reqqa ku hêzên wan lê hene dike û wiha bi dawî kir: "Li qarên ku em lê balafirên şer bombe dikin. Tevî ku hêzen koalisyonê ew hişyar kirin jî dîsa êrîş pêk anîn. Pêşketina me ya li Reqqa rejîma Sûriye bêzar kir. Ji ber vê yekê balafirên şer êrîşî me dikin. Pêşketina me planên Rejîma Sûriye û Rûsya xera kir. Bila her kes baş zanibe ku em de li dijî van êrîşan bersîv bidin. Hem hezên me û hem jî hêzên koalisyonê dê bersîvê bidin van êrîşan. Êrîşên bi vî rengî dê nikaribin li pêş rizgarkirina Reqqa bibin asteng .
Em dê bi hemû hêza xwe li dijî DAİŞ'ê şer bikin û di demek nêzîk de Reqqa ji destê DAÎŞ'ê paqij bikin û teslîmî destê gelê Reqqa bikin."
Nazim Daştan - Dihaber