MÊRSÎN - Li navçeya Akdenîza Mêrsînê kamyona ku karkerên cotkariyê lê siwar bûbûn, li TIR'ê qelipî. 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 5 jî jê birîndar bûn.
Li navçeya Akdeniza Mêrsînê kamyona ku karkerên cotkariyê lê sîwar bûbûn, li TIR'ê qelipî û di qezayê de 3 karkaran jiyana xwe ji dest dan û 5 jî jê birîndar bûn. Qeza li serê duryana taxa Adanalioglu a îstiqameta Tarsus-Mêrsîn a Rêya D-400'î pêk hat. Di encama qezayê de Dîlek Arslan (17), Hasan Arslan û Husna Ay jiyana xwe ji dest dan. 5 kesên ku birîndar bûn jî, bi ambulansan rakirin nexweşxaniyên Dewletê yên Tarsûs û Mêrsînê.
Ji bo îfadeya ajokerên TIR û kamyonê bên girtin, polîsan ew birin navenda polîsan.