ENQERE - MYK'a HDP'ê bertek nîşanî helwesta dadgehê da û destnîşan kir ku bi heva kirina dosyaya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a bi dosyaya Yazîn Boru re, hiqûq hatiye binpêkirin û ev tişt got: "Dê teqes di qada neteweyî û navneteweyî de, di warê hiqûqî de hesab bê pirsîn."
Lijneya Rêveberya Giştî (MYK) ya HDP'ê bal kişand ser dosyaya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Yazîn Boru û 3 Huda-Pariyên ku di serhildanên Kobanê de hatin kuştin û aşkera kir ku hewldana yek kirina dosyayê li dijî hiqûqê ye û ev tişt hat gotin: "Ev ne dewleta hiqûqê, dewleta gukukê ye.
‘19’EMÎN CEZAYÊ GIRAN XWEST BIKE YEK’
Di daxuyaniyê de hat gotin ku doza der barê Demîrtaş de hatiye vekirin û li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tevzî bûye, lê dosya ji hêla heyetê ve nehatiye "tensîp" kirin û beyî ku biryareke navborî bê dayîn, Serokê Dadgehê bi tasarufa xwe ya kesyetî pêşniyara divê dosya bibe yek kiriye. Di dewama daxuyaniyê de hat aşkera kirin ku pêşniyara ku ji hêla 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hatiye redkirin, lê 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 9'e Hezîrana 2017'an de cara duyemîn pêşniyar kiriye ku dosya bibe yek û ev tişt hat gotin: "Piştî ev serlêdan jî hat redkirin, vê carê 19'emîn Cezayê Giran biryara re'sen girtiye. Dê niha dosya li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî bê dîtin, dê doz li kîjan dadgehê bê dîtin, ew der wê biryarê bide, dê hejmareke nû û roja danaşînê bê diyarkirin."
Di dewama daxuyaniyê de ev helwest wekî pêkanîneke tolhildanê ya li dijî Demîrtaş hat nirxandin û hat aşkerakirin ku "Çapemeniya Qesrê" jî pêşengiya vê yekê dike. MYK'ê destnîşan kir ku ev pêkanîn tu aliyekê wê yê hiqûqî tune û aşkera kir ku dê bi rêya hiqûqa neteweyî û navneteweyî hesabê bê pirsîn.