NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Ewropa (PE) bang li Tirkiye kir û xwest bi lezgîn rojnamgerên girtî serbest berdin.
Pêşnûmeya rapora Tirkiye ya 2016'an a ji aliyê Raportora Tirkiye ya Parlamentoya Ewropa Kati Piri, li Komîsyona Têkiliyên Derve yên Parlamentoya Ewropa ve hat qebûlkirin. Di raporê de Tirkiye bi awayekî giran hat tawanbarkirin. Di raporê de hat xwestin ku muzakere bên rawestandin.
Raportora Tirkiya ya Parlamentoya Ewropa (PE) Kati Pirî rapora der barê Tirkiye de amade kir û pêşkêşi Komîsyona Têkiliyên Derve yên PE'êkir. Komisyonê rapor qebûl kir. Komisyonê xwest muzakereyên bi Tirkiye bê rawestandin û têkiliyên bi Tirkiye ji nûve di ber çavan re bê derbas kirin. PE dîsa xwest muzakereyên bi Tirkiye re bên cemidandin.
HEBÛNA OHAL'Ê HAT REXNEKIRIN
Di raporê de bal kişandin ser rewşa bajarên Kurdistanê û fikarên xwe yên der barhê mafê azadiya raman, bawerî û kêmaran. Di raporê de hat diyar kirin ku ji ber pêkanînên OHAL'ê gelek rojnameger hatine girtin û xwest rojnamegerên girtî bi lezgîn bên berdan. Di raporê de hat diyar kirin ku mijarên demokrasî, azadiya ramanê, azadiya medya, mafên mirovan, mafên kêmaran û azadiya baweriyan û azadiya çalakiyan xalên sereke yên pêvajoya muzakereyê ne û li gorî Rapora Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya 26'ê Nîsanê rojnameger di bin gefan de ne. Tirkiye di vê mijarê de di rêza 155'an a welatê cîhanê de cih digire."