Li Şîrvanê canezeyê karkerekî din jî hat dîtin

SÊRT - Li navçeya Şîrvanê karkerê bi navê Nusret Beyazelma yê piştî hezana kana sifir di bin axê de mabûn hate derxistin.

Li gundê Madenê ya navçeya Şîrvanê ya Sêrtê di 17'ê mijdarê de li kana sifir hezan pêk hatibû û 16 karker di bin axê de mabûn. Ji cenazeyên 6 karkerên ku di bin axê de mabûn cenazeyekî din jî hat dîtin. Di encama lêgerînan de ekîban xwe gihandin cenazeyê Nusret Beyazelma. Je ber ku bedena Beyazelma xira bûbû ji nasname û cilên xwe hate teşhîskirin.

Cenazeyê Beyazelma ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û piştî otopsiyê ji bo bê definkirin dê bişînin Wanê.

Di encama lêgerîn^ne ekîban de di bin axê de dest û lingek jî hatin derxistin. Aydî kê ne dê piştî testa DNA'yê bê teşhîskirin. Heta niha di bin axê de cenazeyên 13 karkeran hatin derxistin.

Cenazeyên karkerên bi navê Îbrahîm Kilinç, Yavuz Yildiz û Halîl Başer hê jî nehatine dîtin.