AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di komxebata li dijî xerakirina Sûrê de Plana Islahata Şerqê bibîr xist û diyar kir ku dixwazin demografiya bajarên heremê biguherînin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Platforma ji Xerakirina Sûrê re Na, li navçeya Sûrê bi dirûşma “Ji Heskîfê heta Sûrê em wêrankirina bajaran, dîrok, civak, çand û xwezayê rawestînin” komxebatek li darxist. Komxebat li şûnwarek dîrokî ya li taxa Ziya Gokalpê bi beşdariya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, parlamenter, akademîsyen, plansazên bajêr, ekolojîst û nûnerên saziyên civakî yên sivîl pêkhat. Komxebatê bi axaftina Guven destpê kir.
‘MESELE STATÛYA KURDAN E’
Guven, anî ziman ku dixwazin xebatên KCD’ê wekî dijzagonî nîşan bidin û wiha got: “KCD hewldana herî mezin a civakên heremê ye. Em di pêvajoyek tund û dijwar de derbas dibin. Tenê ne li Sûrê, ev salek û nîv e li tevahiya Kurdîstanê konseptek tunekirinê tê meşandin. Divê em navê konseptê baş bixwînin. Em ê destûr nedin manupilekirina hinekan ku navê vê meselê bikin ‘Meseleya hendekan.’ Meseleya meseleya ku êdî kurd dibêje ‘ez naxwazim wek kole bijîm.’ Ji dîrokê heta niha her tim serhildanên kurdan bi êrîşên vî rengî re rû bi rû maye.”
‘HETA YEK KURDEK BIMÎNE…’
Guven destnîşan kir ku kurdan li hember polîtîkaya heyî berxwedanek bêhempa li dar dixin û wiha axivî: “Em dibêjin ku xwerêveberiya demokratîk bila bê nîqaşkirin. Kurd êdî dixwazin bibin xwediyê statûyê. Lê li dijî vê daxwazê hemû çapemeniya kurd girtin û hemû saziyên gelê kurd hatin mohrkirin. Dixwazin kurdan bê muhatap bihêlin û tasfiye bikin. Heta ku yek kurdek jî bimîne wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Heke ku îro serokê giştî yê muxalefetê bi dowîza edaletê dest meşe kiribe êdî her tişt li ber çava ye. Me vê yekê her tim anî ziman û her cara me got jî partiya muxalefetê jî di nav de hemû partî li dijî kurdan ker û lal man. Me digot wê dor bê we jî lê li me guhdar nekirin.”
'BI KOÇKIRINÊ DIXWAZIN DEMOGRAFIYÊ BIGUHERIN'
Guven da zanîn ku berê jî di çarçoveya Plana Şark Islahatê de hat xwestin herêmê dizayn bikin û wiha got: "Îro jî dixwazin demograyê biguherin. Mirovan koçber bikin û herêmê bê mirov bihêlin. Ev hewldana wan a gohertina demografiyê ne nû ye. Bi cih kirina eceman a li Wanê, afganan a li Serêkaniyê û niha jî bicih kirina koçberên Sûriyeyê, armanca wan diyar dike. Ev yek ne mumkîne ku ji rêzê bê dîtin. Bi armanca guhertina demografiyê ev yek tê kirin."
'DIVÊ MEŞA EDALETÊ BÊ PIŞTGIRÎ NEMÎN E'
Guven anî ziman ku têkoşîna li Kurdistan û Tirkiyeyê tê dayîn divê hevpar bibe û gotinên xwe wiha bidawî kir: "Hewldana me ew e ku ev hevparî mezin bibe, lê ev yek tenê têrê nake. Lazime ku em têkoşîna li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê tê meşandin hevpar bikin. Meşa edaletê dereng dest pê kir. Me ev yek rexne kir. Xweziya dema ku mirov li Cizîrê dihatin qetilkirin, em wê demê bi hev re meşiyaban. Ger di gelek aliyan de em li kêleka hev meşiyaban, wê demê dîktatoriya heyî ya îro nikaribû mirovan ewqas dorpêç bikira. Lê çi dibe bila bibe êdî meşê dest pê kiriye. Bi wateye û em girîng dibînin. Di vê çarçoveyê de em bi wate dibînin û dibêjin divê her kes li dora vê meşê kom bibin."
Piştî axaftinan, komxebat bi ser mijarên "Şer û hilweşandina bajaran", "Ji roja derbasbûyî û heya roja îro bajarvanî", "Li bajarên Kurdistanê rastiya hilweşandinê, rant, mêtingeriya xwezayê û talan kirina civakê", "Di bajaran de êrîşa li ser hafizeya civakî û mêtîngeriya dîrokî", "Mafê bajar, rêveberîya bajar a demokratîk û tecrûbeyên têkoşînê" domiya û komxebat pişt re jî ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.