Kurkçu: Ev meş negihêje Edîrneyê dê negihêje armanca xwe

ÎZMÎR - Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu, aşkera kir ku heke "Meşa Edaletê" ji Kandirayê nebuhure û xwe negihîne Edîrneyê dê negihêje armanca xwe.

Bi nêzbûna cejna Remezanê re, HDP'a Îzmîrê ji bo hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û wekîlên girtî, kartên cejnê şand. Gelek saziyên sivîl jî li ber PTT'a Cumhuriyetê ya Konakê piştgirî dan çalakyê, wekîlê bajêr Ertugrul Kurkçu li vir der barê meşa edaletê de axaftinek kir.

Berî ku kart bên şandin, Kurkçu axaftinek kurt kir û ev tişt got: "Welîlên HDP'ê yên di girtîgehê de ne, di heman demê de dîlên di destê dîtkatoriya Recep Tayyîp Erdogan û AKP'ê de ne. Heta niha bi giştî 14 wekîl û 2 hevserokên me yên giştî hatin girtin. Wekîlê 15'emîn Enîs Berberoglu ye. Piştî girtina Berberoglu, başe ku partiya muxlefetê jî tev li vê raperînê bû. Em tenê ji vê kêfxweş in. Lê divê em bînin ziman ku heke TBMM mecliseke heqîqetê bûya, bifikiriya ku ev wekîl bi wê re wekî hev in, dê îro destnedana wekîlan nehata rakirin û dê wekîlên girtî nemana. Ji ber ku TBMM xwedî li rûmeta xwe derneket, ev wekîl di girtîgehê de ne. Divê em pê bawer nebin ku dê wekîlê dawî Enîs Berberoglu be. Heke ev meşa edaletê Kandirayê nebuhure û negihêje Edîrneyê û ji bo azadiya wekîlên me nebe armancekê, hûn bawer bikin dê tu wateya xwe tune be. Ji bo wê jî beyî ku cudahiyek bê kirin, divê ji her kesî re edalet bê xwestin. Dê dereng an jî zû têkoşîna me wan şîşên hesinî bihelîne."

Piştî axaftinê endamên partiyan kart şandin.