Li Yildirim ê HDP’î ceza hat birîn

MUŞ – Bi îdiaya Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim "Heqaret li Serokomar kiriye" salek û du meh ceza lê hat birîn.

Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê û Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim di dema mafê destnedana parlamenteriyê hat rakinin de axivîbû. Di vê axaftina xwe de bi îdiaya "Heqaret li Serokomar kiriye" doz lê hatibû vekirin. Di doza biryarê de ku li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Mûşê hat dîtin de, li Yildirim salek û 2 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Daxwaza parêzerên Yildirim ên ku ceza bê taloq kirin, an jî vegerînin cezayê pere, ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Li dijî vê biryarê dê parêzerên Yildirim serî li Dadgeha Îstînaf a Erzurumê bidin.