STENBOL – Di doza Ozgur Gundemê de ku 5 rojnameger dihatin darizandin, heyeta dadgehê xwesteka parêzeran a têkildarî sererastkirina berpirsyariya ceza ya gerînendeyên weşana giştî li dijî madeya 38’emîn a makezaogna bingehîn dît û xwestekê “cidî” nedît.
Rojnameger Ayşe Duzkan, Ragip Duran, Huseyîn Aykol, Mehmet Alî Çelebî û Huseyîn Bektaş ku ji doza “Nobeta gerînendtiya weşana giştî” dihatin darizandin berdewam kir. Doz li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Rojnameger tev li dozê nebûn û tenê parêzer amade bûn.
DARDGEHÊ XWESTEK RED KIR
Parêzeran di parastinê de xwest ku berpirsyariya ceza ya gerînendeyên weşana giştî bê sererastkirin. Piştî parastina parêzeran, heyeta dadgehê xwesteka parêzeran li dijî madeya 38’emîn a makezagona bingehîn dît û xwestekê “cidî” nedît û şandina dosyeyê ya dadgeha Qanuna Bingehîn red kir. Heyete dozê taloqî 14’ê îlonê kir.