STENBOL - Di pêşengiya HDP'a Stenbolê de sibê saet di 14.00'an de li 37 navçeyan hem wext dê ji bo girtiyên siyasî kart bên şandin. Ji bo piştgiriyê bang hat kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê çû serdana Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê. Hevserokên HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek û û Esengul Demîr jî di heyeta serlêdanê de cih girtin û der barê daxuyaniya ku dê sibê bidin de sazî agahdar kirin. Hevserokan pişrast kir ku ew dê sibê hem wext li 37 navçeyan ji bo girtiyan kartan bişînin, hat gotin ku dê bi taybetî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wekîlên girtî, rojnameger û akademîsyenan re kartan bişînin.
Çalakiya ku dê sibê saet di 14.00'an de li ber 37 navendên postexaneyan hem wext bê lidarxistin, dê ji çalakiya li ber Postexaneya Galatasarayê re jin pêşengî bikin. Hevserokan banga piştgiriyê kir û xwestin her kes di daxwaza edaletê de xwedî biryar be.