Partî û sazî dibin mêvanê gelê Sûrê

RIHA - Platforma Demokrasiyê ya Rihayê dê di sifreya rûyê erdê de bi gelê Sûrê re bên gel hev. Endama platformê Leyla Mumîn diyar kir ku Sûr a gel e ew nikarin terk bikin û wiha axivî: "Em dê dest ji bajar, zeytûn, pêrav û Sûrê bernedin."

Endamên Komeleya Ekolojiyê ya Rihayê, Platforma Demokrasiyê Rihayê, Platforma Şaxên KESK'ê, ÎHD, EMEP, HDP û DBP'ê ji bo piştgiriyê bidin gelê Sûrê û bertek nîşanî biryara rûxandinê bidin, dê di sifreya rûyê erdê de bi gelê Sûrê re bin. Der barê çûyîna Sûrê de, li avahiya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) ya Rihayê civîna çapemeniyê hat lidarxistin, li ser navê saziyan Leyla Mumîn daxuyanî xwend û got ku "Em rûxandinê na, jiyanê dixwazin" û piştgirî da gelê Sûrê. Mumîn aşkera kir ku pirsgirêkên Sûrê ne tenê aydê Sûrê ye û wiha pê de çû: "Di heman demê de pirsgirêka hemû welat e. Wekî ku me bi dehan caran jî dîtiye, desthilatdariya siyasî bêhiqûqiyeke mezin li herêmê dimeşîne."

Mumîn bang li gel kir û got ku "Nan û ava xwe bigire û werin Sûrê" û piştrast kir ku dê gelê Sûrê warê xwe neterikîne û wiha axivî: "Em ne bajarê xwe, ne zeytûnên xwe, ne pêravên xwe û ne jî Sûra xwe tenê nahêlin."