AMED – Xizmên 5 welatiyên ji aliyê maşîneya polîsan ve li Licê hatin kuştin diyar kirin ku ev bûyer ne qezayê ye û komkujî bi xwe ye.
Li Licê ya Amedê di hefteya dawî de 8 sivîl bi maşîneyên polîsan hatin kuştin. Li navenda navçeyê di 14’ê hezîranê de Pakîze Hazar (85) ji aliyê maşîneya zirxî ve hat pelçiqandin. Di 18’ê hezîranê de maşîneya zirxî ya tîmên taybet li wesayîta welatiyan qulibî û du welatî jiyana jiyana xwe dest dan û 18 kes birîndar bûn. Welatiyên bi navê Mahmût Oner (74), Mevlut Dagtaş (64), Abdulhamît Dagtaş (63), Fikrî Demîrbaş (53) û dayika Demîrbaş, Zeynel Demîrbaş (76) bi wesayîta xwe çûn gundê Dêrxûs yê Licê taziyeya her du welatiyan. Piştî serdanên sersaxiyê her 5 welatiyên xizmê hev ji vegeriyan Amedê. Maşina Tîmên Taybet a Polîsan li Deşta Fîsê ya Licê li wesayîta welatiyan qeliband û 5 welatî li cihê bûyerê kuştin. 5 welatî şevê din li Goristana Yenîkoya Amedê hatin definkirin. Di nav rojê de gelek kes herikîn Mala Şînê ya Licêyiyan a Nû û sersaxî ji malbatan re xwestin.
Malbatên welatiyan li dijî bûyerê nerazîbûn nîşan dan û bilêv kirin ku ev bûyer ne qeza ye ew komkujî ye.
NE QEZA YE
Kurê Mevlut Dagtaş, Seyît Ahmet Dagtaş bilêv kir ku ew tu carî wekî qeza qebûl nakin û wiha got: “Bûyer qetliyamek mezin e. Di demên dawî de bi şiklê qezayan polîtîkayek taybet ên kuştinê dimeşînin. Di nav hefteyekê de 8 welatî li Licê ji bi maşîneyên zirxî kuştin. Em di van bûyeran de jî dibînin ku dewletê rêbazek nû xistiye dewrê. Dixwazin kurdan bi van rêbazan qetil bikin. Li gorî min ev hêj destpêk e.”
‘EM Ê BÛYERÊ BIŞOPÎN IN’
Dagtaş destnîşan kir ku dema ew li wêneyên bûyerê dinêrin bûyer ne qeza ye û pir b fikar in. Dagtaş da zanîn ku ew ê vê bûyerê bişopînin û ji bo sûcdar ceza bigirin dê di nav hewldanan de bin. Keça Zeynep Demîrbaş, Hafît Demîrbaş jî anî ziman ku ew ê dev ji vê bûyerê bernedin. Demîrbaş derbirî ku ji bo sûcdar ceza bigirin çi ji destê wan bê wê bikin û got ev ne bûyerek serê bê nixûmandin.