Midûrê şirketa xwarinê ya Rotayê hat binçavkirin

ENQERE – Di çarçoveya lêpirsîna jehrîbûna 731 leşkerên li Manîsayê de, Midûrê Giştî yê Şirketa Anonînim a xwarina şirketa Rotayê hat binçavkirin.

Midûrê Giştî yê A.Ş. yê xwarinê li Enqereyê hat binçavkirin. Midûr di çarçoveya lêpirsîna jehrîbûna 731 leşkerên li Manîsayê hat binçavkirin. 40 kesên ku di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin jî lêpirsîna wan a li midûriyeta polisan didome. Lêpirsîna 25 kesan xelas bû. Hat zanîn ku kesên gumanbar piştî kontrola tenduristiyê sewqî edliyê hatine kirin.