ENQERE - Li deşta Fîsê ya navçeya Licê maşîneya zirxî ya polîsan li maşîneya welatiyên sivî xistibû û 5 welatiyên kurd bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin. HDP'ê bal kişand ser vê hovîtiyê û aşkera kir ku maşînên zirxî yên li bajarên kurdan, wekî makîneya mirinê dixebitin.
Li deşta Fîsê ya navçeya Licê ya Amedê, maşîneya polîsan li maşîneya welatiyên sivîl xistibû û 5 welatî hatibûn qetilkirin. Lijneya Rêveberiya Giştî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi nivîsekî hovîtiya polîsan şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat aşkera kirin ku maşînên zirxî li bajarên kurdan wekî makîneya mirinê dixebitin.
Di berdewama nivîsê de du zarokên li navçeya Silopiyê ya Şirnexê ku di malê de bi maşîna zirxî hatin qetilkirin jî hat bibîrxistin û ev tişt hat gotin: "Dîsa rojên borî li Licê di rêya ku ji trefîkê re girtî de, pîrejina 80 salî bi panzerê hat qetilkirin."
‘BERSÛC NAYÊN CEZAKIRIN’
Di dawiya daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku hêzên dewletê ji ber vê sûcê mirovahiyê, nayên cezakirin û ev tişt hat gotin: "Ji ber ku ev pêkanîn, ev hewldanên hovane, ev înfazên siyasî, bi agahdarkirina hin sazî û mercan pêk tê û tê teşwîqkirin." HDP'ê destnîşan kir ku dê têkoşîna hiqûqî berdewam bike û pêşniyara divê heyeteke serbixwe, saziyên sivîl biçin herêmê û van pekanînan lêkolîn bikin û bigirin bin raporê.