STENBOL - Nobedarê bi navê Çagil Ovençoglu yê di Nobeta Edaletê ya li Maçkayê de nobedê digire, bang li ciwanan kir û wiha got: "Daxwaza edaletê divê tenê li ser meşan nemîne û hîn zêdetir bê mezinkirin."
Nobeta Edaletê ya li Parka Demokrasiyê ya li Maçkayê ya Beşîktaşa Stenbolê hatiye destpêkirin, di roja 7'emîn de ye. Çalakiya ku ji bo piştgiriya Meşa Edaletê ya ji hêla Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ve hatiye destpêkirin, bi tevlêbûnên nû zêde dibe.
Welatiyên ku di serê sibê de berê xwe didin qadê, di ketina parkê de, di noqteya polîsan re derbas dibin. Welatiyên ku di bin pankarta "Edaletê" de rûdinên û daxwaza wan e sereke edalet e. Welatî bi giştî li ser pirsgirêkên li Tirkiyeyê nîqaşan dikin.
'DIVÊ CIWAN ZÊDE BIN'
Çagil Ovençoglu (21) ê jî çalakvanekî nobetê ye û bal kişand ser "Erka Meclisa Nayê" û wiha axivî: "Divê Edalet her kesî biger nava xwe." Ovençoglu anî ziman ku Meclisên Nayê li dijî dîktatoriyê bûn û wiha got: "Îro jî her kes ji bo edaletê li vir e. Ji bo Nobeta Edaletê diviya bû hîn zêdetir ciwan cih bigirtana. Ji bo pêşeroja xwe û her kesî/ê em li vir in. Bê edaletiyek mezin li Tirkiyeyê heye. Ev meş meşeke dereng mayî ye. Lê dîsan jî baş e. Divê ev daxwaza edaletê tenê bi meşê neyê sînordarkirin û hîn zêdetir bê mezinkirin. Divê ciwan hîn zêdetir daxwazên xwe yên edalê bînin ziman."
'PÊWÎST E ÇALAKÎ BÊ MEZINKIRIN'
Îsmaîl Tosun ê 65 salî jî bêhiqûqî û bêedaletiya li Tirkiyeyê nirxand û wiha pê de çû: "Ev meş pir dereng maye, lê dîsan jî baş e. Çalakiyên wisan divê hîn zêde bibin. Heya ku edaleta rast li welatê me pêş bikeve, em ê tê bikoşin."