Doza Demîrtaş a li Şirnexê hat taloqkirin

ŞIRNEX - Li Şirnexê doza ku li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş vebûbû ji ber xerabûna SEGBÎS'ê hat taloqkirin.

Li Şirnexê ji ber danasîna namzetên hilbijartina heremî ya 2014'an Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di 27'ê kanûna 2013'an de li ber rêxistina partiya xwe civînek li darxistibû û bi hinceta "Li dijî qanûna meş û xwepêşandanan muxalefet kiriye" doz lê hatibû vekirin. Rûniştina dozê ya 2'emîn li Dadgeha Cezayê Esliyê ya Şirnexê hat dîtin. Di dozê de Parlamenterên HDP'ê Aycan Îrmez, Mehmet Alî Aslan, Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî û parêzerê Demîrtaş amade bûn.

Demîrtaş ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtiye ji ber SEGBÎS xera bûbû tevlî dozê nebû. Parêzerê Demîrtaş, Mahsunî Karaman parastina muwekîlê xwe kir û got îfade sitendina muwekîlê wî ya bi SEGBÎS'ê li dijî hiqûqê ye. Karaman berata muwekîlê xwe xwest.

Serokê dadgehê da zanîn ku ew ê xwesteka parêzeran dê piştî guhdarkirina Demîrtaş biryara xwe aşkere bikin û dozê daloqî 7'ê tîrmehê kir.