MÊRSÎN - Platforma Jinan a Mêrsînê, bang li hemû şaredariyên Mêrsînê kir ku Malên Stargehên Jinan û Navendên Şêwirmendiyên Jinan vekin.
Platforma Jinan a Mêrsînê ji bo rawestandina tundiya li ser jinan, wekheviya zayendî ya civakî pêk bê û şaredariyên Mêrsînê ji bo jinan stargehên jinan vekin civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya Şaxa Komeleya Kedkarên Jinan hat çêkirin û gelek jin beşdarî civînê bûn.
Zubeyde Akpinar li ser navê platformê daxuyanî da û wiha got: "Tirkiye ji bo tundiya li ser jinê bêrawestan û wekheviya zayendî ya civakê pêş bikeve, peymana navneteweyî îmze kiriye. Tirkiye di îmzekirina peymaneke sala 2011'an de pîvana wekheviya jin û zilam li gorî qanûna bingehîn a navnetewî dê tevbigerin esas girtibû.
'JIN HÎN JÎ RASTÎ TUNDIYÊ TÊN'
Akpinar diyar kir ku di sererastkirinên hatin kirin de berpirsiyareyeke mezin dikeve ser milê rêveberiyên herêmî û wiha axivî: "Şaredariyên bajarên mezin û şaredariyên ku gelheya wan ji 100 hezarî derbas dibe mecbûr in ku ji bo jin û zarokan malên stargehan vekin. Li gorî standartên Ewrûpayê ji bo her 7 hezar û 500 jinan malên stergehê bên vekirin. Lê li Tirkiyeyê ev rewş tê gohertin û tenê ji bo 13 hezar jin malên stargehan hatine vekirin. Hem dewlet û hem jî şaredarî vê peywira xwe bi cih naynin û hem jî projeyeke avaker a çareseriyê dernaxin holê. Ji ber vê yekê jin cardin vedigerin nava tundiyê û rastî tundiya heyî tên."
DIVÊ ŞAREDARÎ MALÊN STARGEHÊ VEKIN'
Akpinar anî ziman ku li Mêrsînê 7 navçe hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şaredariyên van navçeyan mecbûrin ku peywira xwe bînin cih. Lê em dibînin ku hîna jî li Mezîtlî, Erdemlî, Toroslar û Sîlîfkê malên stargehên jinan tune ne. Di heman demê de em dizanin ku Qeyumê ji bo Şaredariya Akdenîzê hat tayîn kirin jî, mala stargeha jinan girt. Di vê çarçoveyê de ji bo vekirina 'Navenda Şêwirmendiya Jinan' û 'Malên Stargehên Jinan' em bang li şaredariyan dikin ku xwedî li peywirên xwe derbikevin."
Piştî daxuyaniyê 500 daxaznameyên ku jinan berhev kiribûn, ji şaredariyan re şandin.