Odûncû: Şaredariyên ku bi hilbijartinê nikaribûn bigirin, niha bi karmendiya dagirkeriyê digirin

ÊLIH - Hevşaredara Şaredariya Kercewsê Zeynep Odûncû ya piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin û ji peywirê dûrxistin diyar kir ku, gel qeyûmê qebûl nake û wiha got:"Şaredariyên ku bi hilbijartinê nikaribûn bigirin, niha bi karmendiya dagirkeriyê digirin."

Di 11'ê îlonê de piştî qeyûm tayînî Şaredariya Kercewsê ya Êlihê hat kirin, hevşaredar Zeynep Odûncû û Abdulkerîm Kaya ji peywirê hatin dûrxistin û her wiha tîmên taybet bi ser mala Odûncûyê de jî girtibûn. Odûncû ya ku qeyûmê wek "karmendiya dagirkeriyê" dibîne wiha got:"Di sibeha 11'ê îlonê de piştî karmendê dagirkeriyê got, 'Li vir êdî tu karê we nemaye' û bi darê zorê şaredariya me xesp kir, ji aliyê gel ve rastî bertekên tund hat. Dewleta ku bi hilbijartinê nikaribû şaredariyê me bigire, serî li rêyeke wisa da û di heman demê de ev rê perpitînên dawî yên dewletê ne."

‘LI DIJÎ BIJARTEYÊN GEL QIRKIRIN HAT SEPANDIN'

Odûncû dest nîşan kir ku, li dijî gelê kurd xebateke qirkirinê heye, lê belê wê ev qethiyen encamê nede û wiha domand:"Li cihekî vîneke hilbijartî hebe, zor û xesp tiştekî deraqil, mantiq û demokrasiyê ye. Yên digotin 'di 15'ê Tîrmehê de li dijî bijarteyan derbe pêk hat', îro êrîşî vîna hilbijartî kirin. Pêşî ji bajarê me dest pê kirin, li Cizîr, Sûr, Silopî, Şirnexê malên mirovên me rûxandin. Li van deran talan pêk anîn. Lê belê mirovên me dev ji vîn û têkoşîna xwe bernedan. Ji ber dîtin encam ji vê nagirin, berê xwe dan şaredarî û bijartiyên gel. Îro li dijî hevserok û bijartiyên gel ên 6 milyon deng ji gel wergirtine qirkirinek tê sepandin."

‘GELÊ ME DIL DA TÊKOŞÎNÊ'

Odûncû ya ku got, "Me sozê aşitiyê daye gelê xwe" anî ziman ku, gelê kurd ne avahî, dil daye têkoşînê û wiha axivî:"Îro dikarin me bigirin, wek salên 90'î li nav kuçeyan dikarin bikujin û winda bikin. Lê em ê li gel vana jî, aşitî, aramî û baweriyê bînin vê xakê. Me ev soz daye gelê xwe û em ji pişt vî sozî pêvtir naçin tu derê jî. Ew dibêjin qey ew kesên dil dane HDP û DBP'ê êdî bi paş ve gav avêtine û bi vî awayî dixwazin operasyonên bîbiriyê pêk bînin. Lê belê, niha gelê me bêtir bi me bawer e, li pişt me ye. Çimkî bawerî bi me anîn û dengê xwe dan û em kirin vîna xwe. Lê wan jî, bi qeyûmê ev vîn xesp kir."

‘TÊKOŞÎNA ME TÊKOŞÎNA AŞITIYÊ YE'

Odûncû anî ziman ku, li vê xakê têkoşîna kurdan hewldana aşitî û aramiyê ye û wiha domand:"Têkoşîna me têkoşîneke mafdariyê ye. Îro wê careke din jî bibînin ku, bi qetilkirina kurdan, xespkirina şaredariyan û bi girtinan nikaribin kurdan bitepisînin. Heke sibê hilbijartinek çêbibe, wê ev gel dubare vîna xwe hilbijêre."

‘GELÊ KERCEWSÊ XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKET'

Odûncû parast ku, gelê Kercewsê bi tu awayî qeyûmî qebûl nake û wiha axivî:"Li dijî vê xespê, gelê Kercewsê her tim li gel me bû û gelê me baş dizane ku ev şaredarî ya wan e. Piştevaniya hev dikin. Em ê vê pêvajoyê, tevî gelê Kercewsê mal bi mal bigerin û vebêjin. Gelê me hay jê heye ku, ev sepandin tenê ne li dijî me, li dijî vîna wan î hilbijartî ye û bi tu awayî vê rewşê qebûl nakin."