AMED - Hat hînbûn ku aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan ku di bin çavan de ye, ev 3 roj in dest bi greva birçîbûnê ya bê dem-dorveger kiriye.
Di 14'ê Hezîranê de li Amedê bi awayekî hevwext bi ser gelek malan de hatibû girtin. Di serdegirtinan de gelek endamên TJA, KCD, DBP, HDP û HDK'ê hatibûn binçavkirin. Hîn jî nayê zanîn ku kesên hatine binçavkirin dê kengî sewqî edliyeyê bên kirin. Ji aktivîstên TJA'yê ku 8 roj in di bin çavan de ne, hat hînbûn ku ev 3 roj in Ayşe Gokkan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem-droveger kiriye.
PÊDIVIYÊN WÊ YÊN WEK ŞEKIR Û AVÊ BI CIH NAYÎNIN
Parêzeran têkildarî mijarê agahî dan û gotin ku tansiyona Gokkanê zêde bûye. Parêzeran wiha got: "Gazî ambulansê dikin; lê belê ji dêvla ku wê bibin nexweşxaneyê li wir mudaxile dikin. Her wiha pêdiviyên wek şekir û avê jî bi cih nayên. Ji Ayşeyê re hatiye gotin ku 'bila parêzerên we daxwazên we yên şekir û avê bi cih bînin'."
3 DAXWAZÊN WÊ HENE
Her wiha parêzeran sedemên ku Gokkanê dest bi grevê kirine jî wiha rêz kirin: "Ji ber şert û mercên fizîkî yên binçavkirinê nebaş in, netedawîkirina siyasetmedarên kurd ên di bin çavan de ne û nerihet in, domandina operasyonên qirkirina siyasî."
Parêzeran, anî ziman ku Gokkanê li dijî polîtîkayên zayendîparêz ên jinan hedef digirin mafê xwe yê liberxwedayînê bi kar aniye.