Qeyûmê Akdenîzê hat guherandin

MÊRSÎN - Hamdî Bîlge Aktaş ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê ya DBP'î hatibû kirin, wek walî tayînî Çankiriyê hat kirin. Li şûna Aktaş, Qeymeqamê Erdemliyê Mûhhîttîn Pamûk wek qeyûm hat tayînkirin.

Qeymeqamê Navçeyê Hamdî Bîlge Ataş ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê ya DBP'î hatibû kirin, pêşî wek qeymeqam tayînî navçeya Atakûm a Samsûnê û paşê jî wek walî tayînî Çankiriyê hat kirin. Li şûna Ataş, Qeymeqamê Erdemliyê Mûhhîttîn Pamûk wek qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin.