Tê payîn ku dê kesên li Amedê hatin binçavkirin sibê sewqî edliyeyê bên kirin

AMED -Tê payîn ku dê sibê endam û rêveberên TJA, KCD, DBP, HDP û HDK'ê yên di 14'ê Hezîranê de bi awayekî hevwext di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin.

Di 14'ê Hezîranê de li Amedê bi awayekî hevwext bi ser malên endam û rêveberên TJA, KCD, DBP, HDP û HDK'ê de hatibû girtin û di serdegirtinê de 29 kes hatibûn binçavkirin. Hat diyarkirin ku karê îfadedayîna 29 kesan dest pê kiriye û û heta niha kesên ji bo îfadeyê gazî wan hatiye kirin mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîne. Karê îfadedayînê didome.

Her wiha hat hînbûn ku, Hatîce Ûçar piştî îfadedayîna li emniyetê hatiye berdan.

Piştî karên îfadeyê tê payîn ku dê sibê endam û rêveber sewqî edliyeyê bên kirin.

Navê kesên di bin çavan de ev in: Nalan Gozden, Mehmet Guzel, A. Baran Dag, Sibel İldan, Ercan Aslan, Yuksel Baran, Zeynep Altinkaynak, Sara Aktaş, Ayşe Gokkan, Şahcan Tunel, Salih Keleş, Selahaddin Kaygusuz, Kerem Duruk, Necla Nergiz, Sibel Elvan, Devran Balkaş, Hasan İnatçı, Helbest İlkan, Cengiz Sokmen, Paşa Şeker, Ebubekir Budak, Ayşe Yagci, Evren Ortaç, Hanim Aydin, Gul Kiziltaş, Selahattin Çap û Kirmizi Baş.