Qedexeya derketina kolanan a li Amedê bi dawî bû

AMED - Qedexeya derketına kolanan ku bi hinceta operasyonên leşkerî li 39 gund û gundikên Licê, Hezro û Karazê hatibû îlankirin bi dawî bû.

Qedexeya derketına kolanan ku bi hinceta operasyonên leşkerî di 16'ê Hezîranê de li 39 gund û gundikên navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê hatibû îlankirin bi dawî bû. Walîtiya Amedê daxuyand ku saet ji 18.00 şûn ve qedexeya derketina kolanan a li gund û gundikên Damar, Zumrut, Kipçik, Çirali, Siginak, Kiyikoy, Dallica, Budak, Tureli, Tepe, Yolçati, Dibekkoy, Çağdaş, Arikli, Serince, Kayacik, Uçari, Ziyaret, Ortaç, Yalaza, Baglan, Esenler, Çavundur, Dolunay, Kabakaya, Kutlu û Oyuklu yên girêdayî Licê; li gund û gundikên Ormankaya, Çitlibahçe, Terdoken, Kirmataş, Kavaklibogaz, Dadaş, Meşebaglari, Koçbaba û Sarierik ên girêdayî Hezroyê û li gund û gundikên Boyunlu, Gozebaşi û Tepecîk ên navçeya Karazê bi dawî bûye.