Li Manîsayê cinayeta karî: Karkerek mir

MANÎSA - Li Manîsayê, karkerê înşeatê Firat Şahîn ku ji avahiyê ket jiyana xwe ji dest da.

Li Taxa Hafsa Sûltan a navçeya Yûnûsemre ya Manîsayê, karkerê înşeatê Firat Şahîn (19) ji qata 6'an a avahiyekê ket. Hevalên wî yên kar agahî dan ekîpmanên tenduristiyê. Lê belê dema ekîpmanên tenduristiyê hatin cihê bûyerê Şahîn jiyana xwe ji dest dabû.

Cenazeyê Şahîn şandin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Manîsayê.