Togrûl: Divê edalet ji bo her kesî bê xwestin

HATAY - Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, di xwarina fitariyê ya HDP'a Navçeyê ya Dortyolê de axivî. Togrûl, diyar kir ku ew piştevaniya çalakiya CHP'ê dikin û wiha got: "Heke bi rastî jî armanca sereke ya vê çalakiyê edalet be, divê edalet ji bo her kesî bê xwestin. Tenê samîmiyet divê."

Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Dortyola Hatayê, li Eywana Dawetê ya Dortyolê xwarina fitariyê da. Parlementerê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim û Parlementerê Dîlokê Mahmût Togrûl jî di nav de bi sedan welatî tevlî fitariyê bûn. Çalakî bi duayan dest pê kir û bi axaftina Parlementer Behçet Yildirim domand. Yildirim, daxwaz kir ku duayên ku di şeva Leyletul Qedrê de tên kirin bibin sedema aştî, biratî û yekîtiyê.

Piştî Yildirim, Parlementer Togrûl axivî. Togrûl balê kişand ser çewisandinên li ser partiyiyan û got ku, sedema van êrîşan ew e ku çima HDP bûye hêviya gel û wiha got: "HDP, projeya gelan e." Togrûl dest nîşan kir ku li gel hemû çewisandinan jî ew li ser piyane. Togrûl balê kişand ser "Meşa Edaletê" ya CHP'ê û got ku, divê meş heta Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bidome. Togrûl, diyar kir ku ew piştevaniya çalakiya CHP'ê dikin û wiha got: "Heke bi rastî jî armanca sereke ya vê çalakiyê edalet be, divê edalet ji bo her kesî bê xwestin. Tenê samîmiyet divê."