Şaredariya DBP'î da destpêkirin, welatiyan domand

WAN - Berî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bê kirin, Projeya Hilberandina Berên Alternatîf hatibû destpêkirin. Niha li bajêr di çarçoveya vê projeyê de 145 welatî sîran diçinîn.

Gelek projeyên ku berî qeyûm tayînî Şaredariya Wanê ya Bajarê Mezin a Wanê bê kirin hatibûn destpêkirin, niha ji bo gelek mirovan bûne hêvî û çavkaniya debarê. Di sala 2015-2016'an di çarçoveya Projeya Hilberandina Berên Alternatîf de cara ewil sîr li bajêr hatin çandin û niha her diçe belav dibe. Di çarçoveya projeyê de ji bilî navçeya Miksê li 12 navçe û navenda bajêr bi sedan donim sîr tên dayîn û heta niha 145 cotkar sîran diçînin.

DI PAYÎZÊ DE TÊN ÇANDIN, DI TÎRMEHÊ DE TÊN BERHEVKIRIN

Berî qeyûm bê tayînkirin yek ji hilberînerên sîran ku şaredarî jê re alîkariya tov û makîneyê kiribû, Emîn Denîzman e. Denîzman ku li Taxa Emînpaşa ya Artemêtanê dijî, anî ziman ku ew sîran hem bi awayekî tomerî hem jî bi kîloyan difiroşin. Denîzman, da zanîn ku ew payîzê tov direşînin û wiha got: "Em gubreyê heywanan bi kar tînin. Dema baran bibare an jî hewa hênik be ne hewceyî avdanê ye. Lê belê, dema hewa tam germ dibe em heftê 2 caran av didin. Em di meha Tîrmehê de jî dest bi berhevkirina wan dikin. Em bi awayekî tomerî kîloya sîran bi 7 lîreyî û li bazaran jî bi 15-16 lîreyî difiroşin."

‘PÊŞÎ ME JI BO CERIBANDINÊ ÇAND'

Denîzman, diyar kir ku wî sala ewil ji bo ceribandinê li ber mala xwe çandiye. Denîzman got ku ew du sal in sîran diçîne û wiha axivî: "Berê jî min zebze diçand, lê tenê ji bo malê. Niha me dest bi çandina sîran kiriye. Ev ne karekî zehmet e û qezenca wê zêde ye. Tu tevrikê dikî û av didî, hew."

‘MIN PIŞTEVANIYA 10 KESAN KIR'

Denîzman anî ziman ku wî di warê tovên sîran de piştevaniya 10 kesan kiriye û wiha got: "Bi saya şaredariya DBP'î min dest bi vî karî kir. Tovên sîran dan me. Bi saya wan ez hînî çandiniyê bûm. Min jî çandina sîran hînî 10 kesan kir û min tov da wan."

‘NIHA EM MUXATAB NABÎNIN'

Denîzman, da zanîn ku wî îsal 2 donim û nîv sîr daniye. Denîzman, bertek nîşanî qeymên tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin da û wiha got: "Em nikarin li deriyê şaredariya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin bixin. Li wir muxatabên me tune ne. Şaredariya berê piştevaniya me dikir. Bekir Kaya bi her awayî alîkariya me dikir. Yê ku ava wî tune bûna av, yê ku tovên wî tunebûna tov didayê. Em ê niha alîkariyê ji kê bixwazin, em nizanin. Rayedarek dibêje biçe vir, yê din dibêje biçe wir û wisa me eware dikin. Me bi saya van sîran dest bi karekî kir. Bi saya van sîran min kurê xwe zewicand."