STENBOL – Karkerên Daîm Vîtrînê yên bi hinceta endamên Sendîkaya Birleşik Metal İşê ne ji kar hatin derxistin, ji bo mafê xwe biparêzin 12 rojin li pêş fabrîqeyê kon vedane û di çalakiya grevê dene. Karkarena diyar kirin ku mirin hebe jî veger tune ye.
95 karkerên fabrîqeya Daîm Vitrînê yên bi hinceta endamên Sendîkaya Birleşik Metal Îş'ê ne di 5'ê Hezîranê de ji kar hatin dûrxistin û di 10'ê hezîranê de li ber fabrîqeyê kon vedan û dest bi çalakiyê kirin.
Karkerên ku li fabrîqeya li navçeya Tuzlayê ye 12 rojin di çalakiyla grevê dene. Karkeran diyar kirin ku ji bo mafê xwe bistînin û dîsa li kar vegerin dê têkoşîna xwe heta dawî berdewam bikin. Karkeran destnîşan kirin ku mirin hebe jî ji doza xwe venagerin.
Karkera Diam Vitrinê Sevda Toprak a 22 salî, anî ziman ku kargeriya 5 salin di meriyetê deye, heta niha gelek caran bûyerên bi vî rengî hatine rojevê û wiha got: "Ji bo mafê me bê parastin me biryar da ku em sendîkayê pêş bixin. Piştî em bûn sendîkayî karsaz em 10 karker ji kar dûrxistin. Hevalên me yên heman daxwaz xwestin jî rastî ji kar hatin dûrxistin. Heta niha 95 karker ji ber bûne sendîkayî ji kar hatine dûrxistin. Ji bo em mafê xwe biparêzin diviya bû em bibin endamê sendîkayê. Em her dem rastî heqaret û neheqiyên serûsta û karsazan dihatin. Em rastî muameleyên dijmirovî dihatin. Me heqê keda xwe nedistend. Ji bo mafê me bê parastin em bûn endamê sendîkayê. 5 salin dixebitim, lê hêj ez heqê herî kêm distînim. Divê ji 7 salî heta 70 salî hemû kes ji heman mafî sûdê bigirin. Ji bo ewlehiya kar û karkeran me biryar da ku bibin sendîkayî. Ji bo em mafê xwe bistînin em biryarin çalakiyê mezintir bikin. Mirin jî hebe em dest ji mafê xwe yê çalakiyê bernadin. "
'POLÎS ALÎGIRÊ SERMAYEDARAN E'
Karkera ji kar hat dûrxistin Seda Yayla ya 21 salî jî anî ziman ku bi vî rengî dixwazin wan ji mafê wan dûr bixe û wiha got: "Em heta mafê xwe bistînin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Me li derve çadir veda ye. Di roja 3’emîn de polîsan dora me bi TOMA û maşîneyên zirxî pêça. Me li dijî dewletê sûc nekiriye. Lê wekî ku me sûc kiribe, em rastî tacîza polîsan tên. Em ji mafê xwe yê sendîkayî gavan paşve navêjin. Ne polîs ne jî sermayedar nikarin me ji çalakiya me dûr bixin. Sermayedar û polîs hevkariyê dikin. Polîs aligira sermayedaran dikin. Sermayedar, polîs û dewlet li dijî karkeran radiwestin. Em dê bi birayên xwe yên karker li dijî wan rawestin."
Karker Bulent Akar (35) jî anî ziman ku li Tirkiye karker bi heqê herî kêm tên terbiyekirin û tê xwestin wan bi birçîbûnê terbiye bikin. Akar, anî ziman ku demek dirêj li Erebîstanê xebitî u wiha got: "Ji ber ku min li wir mafê xwe parast dewleta Erebîstanê cezayê hepsê da me. Hem pereyê min desteser kir û hem jî ez avêtim hepsê. Di vê mijarê de Tirkiye tu alîkarî bi min re nekir. Piştî hatim Tirkiye min li şîrketa daîm Vîtrîne dest bi kar kir. Lê ferqa vir û wir tune.
Asya İnedi - dihaber