DÎLOK - Panaberên ji ber zilma TSK û OSO'yê ji bajarê Cerablusê hatin Tirkiyeyê, diyar kirin ku li Cerablusê îşkence û bê ehleqî gelek zêde ye. Mamosteyê cerablusî anî ziman ku Tirkiye garana barbaran xistiye Suriyeyê û li Suriyeyê kaos çêkiriye. Welatiyê cerablusî diyar kir ku komên Mertalên Firatê li talanê weliyan dixin û destdirêjiya jinan dikin.
Hikûmeta AKP'ê bi navê "Mertalên Firatê" leşkerên TSK'ê derbasî bajarê Cerablusê kir û TSK û Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) bi tevkarî bi komên DAİŞ'ê re şer kirin. Di şerê li Cerablusê yê di navbera DAÎŞ'ê û eniya TSK û OSO de pêş ket bû sedema ku bi hezaran welatî derbasî Dîlok, Riha û bajarên din bibin. Welatiyên ji ber îşkence û zilma hêzên OSO, TSK û DAÎŞ'ê reviyan diyar kirin ku komên tev li operasyona "Mertalên Firate" bûn ferqa wan û DAÎŞ'ê ji hev tune bûn. Welatiyan diyar kir ku piştî Mertalên Firate ket Cerablusê, gelek dibistanên tirkî hatin vekirin û dibistan hatin avakirin.
'OSO Û DAÎŞ YEK E'
Welatiyê cerablusî Muhammed, diyar kir ku di bin dagirkeriya DAÎŞ'ê de zilmê li wan hatiye kirin û piştî di bin navê "Mertalên Firate" de komên TSK û OSO ketin bajar dîsa zilm zêde bû. Muhammed, anî ziman ku wan bawer dikir ku bi ketina Mertalên Firatê dê ji DAİŞ'ê rizgar bibin, lê dîtin ku di navbera zilma DAÎŞ û OSO'yê de tu ferq tune ye û wiha got: "Li her taxên Cerablusê komên aîdî OSO'yê hene. Welatiyên ji taxekê derbasî taxeke din dibin bi lêgerîneke pir dijwar re rû bi rû dimînin. Welatî bêyî destûra van koman nikarin tevbigerin. Tu ferqa komên OSO û DAÎŞ'ê ji hev tune ye."
'DEMA OSO Û TSK KETIN KETIN CERABLÛSÊ, PÊŞÎ MALÊN WELATIYAN DAGIR KIRIN'
Muhammed, anî ziman ku dema Cerablûs di destê DAÎŞ'ê de bû otela li nava bajar wekî biryargeha DAIŞ'ê bû û wiha berdewam kir: "Piştî komên OSO'yê hatin vê carê otel ket destê wan û OSO wekî biryargeh bi kar anî. Komên ku Tirkiyeyê piştgiriyê dide wan, tu ehleqê wan tune ye. Piştî TSK û OSO ketin Cerablûsê karê wan yê ewil mal û kargeriyên welatiyan desteser kirin. Li talanê welatiyan xistin. Mal dagir kirin û kirin navenda fihûşê. Em her dem rastî êrîşa koman tên. Em nikarin ji malên xwe derkevin. Welatiyên xeracê nadin an tên îşkencekirin an jî tên kuştin. Bi taybetî jin nikarin ji malên xwe derkevin. Komên Mertalên Firatê li talanê welatiyan dixin û dest dirêjiya jinan dikin. Ji ber vê yekê jin nikarin ji malên xwe derkevin."
Mamosteyê cerablusî yê 23 salin mamosteyê zimanê erebî dike ji ber ewlehiyê navê xwe neda û diyar kir ku telefon li wan hatine qedexekirin. Mamosteyê cerablusî anî ziman ku dema telefon li ser kesekî/ê bê dîtin îşkence li wan tê kirin û bi cezayê hucreye tên cezkirin an jî tên kuştin. Mamoste anî ziman ku ew ji ber zilma komên Mertalên Firatê reviya û hat Tirkiyeyê û wiha got: "Bi dehan xizmên min li wî aliyê sînor man. Komên Mertalên Firatê bi ser malan de digirin û li malan lêgerîn dikin. Dema li malê tiştekî nekeve serê wan xwediyê malê bin çav dikin. Telefon li welatiyan qedexe kirine. Dibe ku Cerablûs ji destê DAIŞ'ê rizgar bûbe, lê tiştek nehatiye guhertin. Ha DAIŞ ha Mertalên Firatê. Komên OSO'yê her tiştî ji bo xwe rewa dibinin. Serxweş dikevin malan. Hefteya borî endamekî OSO'yê yê serxweş bi çeka destê xwe derdor gulebaran kir. Mal gulebaran kirin. Bi dehan welatî birîndar bûn. Xizmekî min ê birîndar anin Nexweşxaneya Dewlete ya Karkamişê."
Erdogan Alayumat / Hacı Yusuf Topaloglu - dihaber