Di araziyê NATO de teqîn pêk hat

ÎZMÎR - Li Îzmîrê di araziyê leşkarî yê ku aîdê NAYO'yê ye de teqîn pêk hat.

Li semta Gultepeya Îzmîrê di araziyê leşkerî ya bi dîwaran hatiye dorpêçkirin a aîdî NATO'ye, saet di 08:00 de teqînek pêk hat. Teqîna ku di goristanê de pêk hat, zirar da dîwarê leşkerî yê di qadê de. Gelek polîs sewqî qada teqînê hatin kirin û ji bo sedema teqînê lêkolîn hat destpêkirin.