Li Dihê cerdavenek hat kuştin

SÊRT – Li çoltara Dihê cerdevên ku derketin operasyonê rastî êrîşê hatin. Di gulebarankirinê de cerdevan Abdurrahman Dundar hat kuştin.

Li çoltara gundê Bîlgîlî yê Dihê ya Sêrtê cerdevan derketin operasyonê. Di navbera cerdevan û endamên HPG’ê de şer derket. Di pevçûnê de cerdevan Abdurrahman Gundar hat kuştin. Cenazeyê Dundar bi helîkoptêrê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Piştî pevçûnê Qeymeqamiya Dihê li gundê Bîlgîlî ji bo rojekê “qedexeya derketina derve” îlan kir.