Meşvanên edaletê: Tenê şansek heye ku kurd û tirk bibin yek

ENQERE – Yek ji çalakvanê “Meşa Edaletê” endamê CHP’ê Suleyman Ugur ku ji têkoşîna şoreşgerî ya 1980’an tê, diyar kir ku partiya herî zêde têkoşîna şoreşgerî dide HDP ye û wiha got: “Ez bêhna şoreşê digirim.” Gaziyê Geziyê Ayhan Aydogan jî da zanîn ku ji bo serkeftinê tenê şansek heye û wiha got: “Çawa ku kurd û tirk di şerê rizgariyê de bûbûn yek. Niha jî ew lazim e’

“Meşa Edaletê” bû yek ji qada kesên ku edaleta rast dixwazin. Ji derdor û aliyên cuda mirov tev li meşê dibin û daxwazên xwe yên edaletê tînin ziman. Yên ku herî zêde kelecanê didin meşê kesên ji kevneşopiya şoreşgeriyê tên in. Suleyman Ugur jî yek ji wan mirovê şoreşger e. Ugur kesek ji şoreşgerê çekdar ê çepê tirkî kevne û piştî darbeya li Tirkiyê di sala 1983’an de diçe Suriyê. Ugur li Suriyê bi PKK û Ocalan re tê nasîn û piştî carek din derbasî Tirkiyê dibe tê girtin û 20 salan di girtîgehê de dimîne. Niha jî endamê CHP’ê ye û bi kelecanek mezin di nav meşê de cih girtiye.

Ugur ê li hember CHP’ê rexneyê wî hene û ji sekna xwe tawîz nade û bi ken ji CHP’iyên ji kêleka xw re wiha dibêje: “Ji ber ku aliyê min leşkerî giran lêdide ez bi van re li hev nakim.” Ugur meşê wek pêngavek berxwedanê nirxand û wiha got: “Dema mirov li berxwe dide muhaqaq tu tiştek digirî. Dema ku mirov teslîmiyetê biparêze nagîhîjî tu serkeftinê. Kiliçdaroglu fersenda herî mezin a dîrokî qezenç kir. Bi vê meşê re bawerî gihîşt mirovan. Hindik be jî me ruhê şoreşgerî zift kir. Di berxwedana Geziyê de kêmasiya me ya herî mezin rêbertî bû. Heke ku wê demê rêberî hebûya îro me van pirsgirêkan ne dijiya. Heke ku em niha têkoşînê li gorî krîterên gel bidin meşandin em ê bi serkevin. Ji bo yekîtiyê divê li ser bingehek saxlem tifak pêk were. CHP bi 6 tîrên xwe yên neteweyî nûjenbûna xwe winda kir û wateya komarê jî winda bû. Tenê laîkbûn û şorşegerî maye. Di şoreşgeriyê de şoreşek nava wê hatiye valakirin maye.”

‘PARTİYA TÊKOŞÎNA ŞOREŞGERÎ HDP YE’

Ugur li hemberî îtirazên CHP'îyan jî bersîv da û got: “Divê ku pêşiya teredûta bi HDP’ê re bên kêleka hev vebibe. Ez endamê CHP’ê me. Lê heke ku ji min bipirsin partiya herî şoreşger HDP ye. Di maneya çînî de jî têkoşîna xwe dide meşandin.” Ugur bersiva pirsa CHP’iyan a “HDP alîkariyek çawa da têkoşîna demokrasiyê” da û wiha got: “Ez mirovek eenternasyonalîst im. Pergala feodal a li bajarên heremê ne rêxistinên me CHP xera kirin. Tevgera kurdan wê pergala feodal xera kir. Divê em vê qebûl bikin.”

Ugur di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser meşa Kiliçdaroglu û wiha got: “Heke ku Kiliçdaroglu heta Edîrneyê bimeşe dê yekîtiya gelan pêk bê. Îro roj roja hevgirtin û yekîtiyê ye. Divê em ne berjwendiyên şexsî yên civakî li ber çavan bigirin. Heke em vê yekê li ber çavan bigirin dê hevgirtina eniya demokrasiyê pêk were.”

MEŞVANÊN EDALETA RASTÎN

Yên ku di meşê de balê dikişînin jî malbatên Geziyê ne. Aydin Aydogan ê 48 salî ku di dema berxwedana Geziyê de ji lingê xwe birîndar bûye û heta niha li gel sê caran emeliyat bûye jî lê linge wî 2 santîm kin bûye. Aydogan bi gopalên xwe tevlî meşê bû. Aydogan yek ji meşvanê lêgerîna edaleta rast e. 4 salin tu pêşeketin di dosyaya 732 rûpelî ya jê tê darizandin çê nebûye. Aydogan destnîşan kir ku divê meş xizmeta hevgirtina civakî bike û wiha axivî: “Ez ê ji Kiliçdaroglu re jî bêjim. Heke ku li vî welatî muxalefet bi kurdan re pêk neyê em ê li ser vê erdnîgariyê winda bikin. Divê CHP tirsa hevgirtina bi kurdan re ji holê rake. Ji ber ku ev îrade bi CHP’ê re heye. Heke ku kurdan re bibin yek dê li ser vê erdnîgariyê biserkeve. Erdogan vê yekê baş pêk tîne. Li heremê li ser kurdan dengan qezenç dike û dema tê rojavayê Tirkiyê jî li ser nijadperstiyê dengan bi dest dixe. Heke ku em jî viya li ser esasê yekgirtin û biratiyê pêk bînin dê serkeftin bibe ya me. Di mijara rakirina destnedayînê de AKP, CHP’ê xapand. Ji bo derve vekirinek pêk neanî. Niha Denîz Baykal li ku ye. Divê ku Kiliçdaroglu biçe Demîrtaş û pê re hevdîtin bike. Em bi vê ferasete dikarin bi serkevin. Heke ku kurd û tirk bibin yek em ê emperyalîstan tune bikin. Çawa ku kurd û tirk di şerê rizgariyê de wan têk birin niha jî dikarin wê zilma wan têk bibin.”

‘DIVÊ EV MEŞ DEMA DEMÎRTAŞ HAT GIRTIN DESTPÊ BIKIRA’

Bavê Mehmet Ayvalitaş ê ku di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest da Alî Ayvalitaş jî dimeşê de nêrînên xwe anî ziman û wiha got: “Mafdariya vê meşê heye lê dereng maye. Divê ku piştî referandûmê destpê bikira. Du milyon û nîv deng hatin dizîn. Baş e ku vê meşê destpê kir. Dema Demîrtaş hat girtin heke ku vê meşê ji Amedê destpê bikira dê dîsa gel destek nîşan bida. Em li ser cudabûnê na li ser yekîtiyê dikarin biserbikevin. Dema em bibin yek dikarin her tiştî bikin û kes nikare me hilweşîne. Divê kurd, tirk, laz, çerkez û hemû kesên li Tirkiyê dijîn bibin yek. Heke em perçe bibin dê pir xerab bibe.”