ENQERE - "Meşa Edaletê ku CHP'ê li dijî girtina wekîlan û pêkanînên li dijî edaletê da destpêkirin di roja 8’an de didome. Di maşina bangê de banga neyên lîstik û provokasyonan.
"Meşa Edaletê" ya ku CHP di pêşengiya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu de daye destpêkirin di roja 8'an de berdewam dike. Meşvanên Edaletê ku duh li Kazanlarê bêhna xwe dan, serê sibê ber bi Boluyê ve dest pê kir. Meşvananên Edaletê dê di saetên êvarî de li gunDê Ibricakê bibin mêvan. Endam û rêveberên CHP’ê yên Beykoz û Ataşehirê jî îro bûn mêvanên meşê. Di meşê de Seroka Giştî ya EHP'ê Sibel Uzun jî di meşê de cihê xwe girt. Kedkarê ku bi KHK'ê hat îxrackirin Yarbay Mehmet Alkan jî tev li meşê bû.
KILIÇDAROGLU: HETA JI HER KESÎ RE EDALET PÊK BÊ EZÊ BIMEŞIM
Beşî meşa roja 8'an dest pê bike Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, civîna çapemeniyê pêk anî. Kiliçdaroglu diyar kir ku ew ji bo aştî û edaletê dimeşin û wiha got: "Şevê Gaziyê 15'ê Tîrmehê ez ziyaret kirim. Ez ji ber vê yekê pir kêfxweş im. Ji bo ji her kesî re edalet pêş bikeve ez dê meşê bidominim." Piştî daxuyaniyê dest bi meşê kirin.
Di maşina bangê de banga neyên lîstik û provokasyonan.