BEDLÎS – Li navçeya Tetwanê pevçûn qewimî û di pevçûnê de 2 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
Li herema Anadere ya girêdayî Tetwana Bedlîsê di navbera leşkerên derketin operasyonê û endamên HPG’ê de pevçûn qewimî. Di pevçûnê de 3 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîs û Tetwanê. Ji van leşkerên birîndar 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û dermankirina leşkerê din jî didome. Hat zanîn ku operasyon li heremê didome.