AKP’î Şukru Onder ji FETO hat binçavkirin

YALOVA – Parlamenterê AKP’ê yê Yalovayê yê berê Şukru Onder di operasyona li dijî Cemata Gulen de hat binçavkirin.

Parlamenterê AKP’ê yê Yalova yê bêrê Şukru Onder, li Yalovayê di operasyona li dijî Cemata Gulen de bi angaşta “ByLock” bikar aniye hat binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Yalovayê têkildarî operasyonê daxuyanî da û wiha got: “Şukru Onder ê ku li Meletî, Sêrt, Kutahya û Gîresûnê li Miduriyeta Emniyetê ya Bajaran midûrî û di salên 2002-2007’an de parlamenteriya Yalovayê kir di çarçoveya operasyona ‘ByLockê’ de hatiye binçavkirin.”