Li girtîgehê terkî mirinê hat kirin

AMED - Hamdûllah Zengîn ê bi birîndarî hat girtin û rastî îşkenceyê hat, li girtîgeha tê ragirtin guleyên di bedena wî de nehatine derxistin û tedawiya wî nayê kirin.

Hamdûllah Zengîn ê di pevçûna 20'ê cotmehê ya di navbera Dersim-Erzînganê de bi giranî birîndar bû, li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê terkî mirinê hat kirin. Zengîn ê di pevçûnê de ji milê xwe yî çepê û ji lingê xwe yî rastê bi giranî birîndar bû, li gel birîndariya xwe jî rastî îşkenceyên giran hat. Li gor agahiyên ji malbata wî hatin wergirtin, Zengîn dema ji xwe çûye bi saetan rastî îşkenceyê hatiye û pişt re dema wî dibin Gîresûnê li wir jî dubare rastî îşkenceyê tê. Zengîn ê piştî lêkolînên gelo têkiliya wî bi bûyerên li Gîresûnê heye yan na, li Muduriyeta Polîsan a Erzînganê îfadeya wî hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê.

PÊDIVIYA WÎ BI LÊNERÎNA ROJANE HEYE

Guleyên li mil û lingê wî nehatin derxistin û li gel vê, her çiqas di milê wî yê şikandî de gule heye jî, dîsa xistin alçiyê. Hat diyarkirin ku, Zengîn ê ku pêdiviya wî bi lênerîna rojane heye li hucreyeke yekesî tê ragirtin, car carinan wî derdixin revîrê, lê belê tedawiya wî nayê kirin.

DIVÊ TEDAWÎ BIBE

Li gel vê Zengîn ê ku ji bo derbasî qawîşa siyasî bibe serlêdan kir, hîn jî li hucreya yekesî tê ragirtin. Malbata wî ji tenduristiya wî bi şik û guman e û dibêje divê emeliyat bibe û dixwaze demildest bê tedawî kirin.