DAIŞ’ê Mizgefta Nûr û Mînareya Hedba rûxandin

NAVENDA NÛÇEYAN - DAIŞ, li gel kuştina mirovan, warên dîrokî jî talan dike û wêran dike. DAIŞ’ê şevê din Mizgefta Nûr û Mînareya Hedba (Xwehr) ya bajarê Mûsilê yên dîrokî teqandin û rûxandin.

DAIŞ’ê dîsa cihên dîrokî û pîroz yên Iraqê hedef girt. Mizgefta Nûr û Mînareya Hedba (xwehr) ya li bajarê Mûsilê teqand û rûxand. Hêzên Iraqî ku DAIŞ’ê di Mûsila kevin de tengav kiriye û kêm maye bajêr bi temamî were kontrolkirin, DAIŞ’ê hem sivîlan jixwere weke mertal bikartîne hem jî êrîşê cihên dîrokî û olî yên bajêr dike û bi awayeke hovane dirûxîne.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş yê Iraqê, Emîd Yehya Resûl, têkildarî geşedanan agahî da û wiah got: Mizgefta Nûr û Mînareya Hedba ya dîrokî dikevin aliyê Mûsila Kevin, bi rêya TNT’ê teqandine.
Serokomarê Iraqê, Fuad Mehsum diyar kir ku ev nîşana binkeftina DAIŞ’êye ku êrîşê cihên dîrokî dike û got: “Ev encama eqliyeta întîqamger û kor ya DAIŞ’ê ya li hember Iraqiyan, çand û baweriya wane. Hêvîdarim ku di demeke zûde Mûsil were kontrol kirin.”

Serokê parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî jî rûxandina Mizgefta Nûr û Mînareya Hedba weke tawaneke hovane binav kir û diyar kir mizgeft û mînare bermahiyê herî dîrokî yê Mûsil û heta Iraqê bûn. Cihên pîroz jî ji destê DAIŞ’ê xilas nabin. Serok wezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî got ku bi teqandina Mizgefta Nûr û Mînareya Hedbayê re DAIŞ’ê ragihandiye ku binkeftiye. Hêzên Hevbeş yên Iraqî di 17’ê Cotmeha 2017’an de operasyona kontrolkirina Mûsilê dabûn destpêkirin. Niha jî beşeke zehf kêm ku jêre têgotin Mûsila Kevin ku dikeve Rojavayê Mûsilê di destê DAIŞ’ê de maye. DAIŞ, ku li Mûsila kevin de asê maye sivîlan li wir kom dike û weke mertalên zindî jxwere bikartîne.