Welatê Operasyonan Kurdistan

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Platforma 1 Haber Var Mehmet Şahîn, diyar kir ku 211 salin Kurdistan bi operasyonan tê rêvebirin û operasyon qirkirin, wêrankirin û talen e.

Nivîskarê Platforma 1 Haber Var Mehmet Şahîn, di nivîsa xwe de bal kişand ser operasyonên li herêmê. Şahîn di nivîsa xwe de diyar kir ku Ji serhildana Mîr Evdrehmanê Babanî yê 1806 an virve 211 sale Kurdistan bi operasyonan tê bi rêvebirin û li Kurdistanê wateya operasyonê, qirkirin, wêrankirin û talan e. Şahîn, anî ziman ku dê nekevim kûrahiya dîrokê û hewl bide tenê qala serdema pêvajoya tevgera azadiyê ya 40 salên dawîn ku yên di temenê minde ne jê re şahedî kirine bikim. Ji xwe 40 salên dawîn neynika 211 sala ne û wiha cih da nivîsa xwe:

Weke ku tê zanîn li bakur têkoşîna kurdan a çekdarî ya dawîn di 15 Tebaxa 1984 an de dest pê kir. Ji wî rojê vir ve peyva “operasyonê” bi kok û rehên xwe yên ku dijwariya 211 salan di xwe de dihewînin di jiyana me de rûnişt.

Di destpêkê de pênaseya dewleta tirk a ji bo şervanên kurd “Çend pêxwasin em ê di çend rojan de ji heqê wan bên der.” Çend roj na çendî sal derbas bûn lê ev “çend pêxwas” neqediyan berevajî her ku çû zêde bûn û li çarhêlê welat belav bûn. Dûrê serokwezîrê wî demê 28 serhildanên kurdan yên berê û qetlîamên ku di encamên wan de dewletê li ser kurdan pêk anîne bibîr anî û got “ev jî serhildana 29 emîne, dê encamên wî jî weke yê 28’ên berê be”. Yanî ev peyam dida kurdan “çewa 28 caran we serîhilda û 28 car hûn têk çûn û we berdêla van serhildanan bi qirkirina xwe da, hûnê di yê 29 emînde jî têk herin û berdêla wê dê careke din qirkirina we be”.

Dewleta Tirk ji bo ku aqûbeta 28 serhildanên berê di ya 29 emîn de dubare bike û têkçûnê weke qedera kurdan carek din li ser kurdan bide ferzkirin çi sosret û bobelat nema ku neanîbe serê kurdan. Tu operasyonên bi navên qerase û tirtire neman ku li Kurdistanê pêk neanîbin. Tu gef û peyamên qetlîaman neman ku li kurdan nexwaribin. Hemû serokwezîran,hemû serfermandaran, hemû wezîrên şerê taybet peyamên xwe yên herî tund, gefên xwe yên herî dijwar li kurdan dixwarin. Hemûyan jî çend roj an çend meh temen didan berxwedana kurdan. Hemûyan serkeftina xwe û pêve girêdayî temenê erkdariya xwe di têkçûna kurdan de didîtin.

Lewre her sal bi dehan operasyonên ku her yek ji deh hezar leşkeran pêk tên hatin lidarxistin. Tenê bakûr na başûr jî hema hema her sal di hedefa van operasyonên bê pîvan de bû. Ji bo operasyonên xwe mezin nîşan bidin tu navê tirtire neman ku li operasyonê xwe nekiribin. Tu teknîk û rêbazên kirêt neman ku di van operasyonan de bikar neanîbin. Ev tenê operasyonên leşkerî yên xuyayî bûn. Lê yên nexuyayî yên ku kesên weke Mehmet Agar bi devê xwe li xwe mikûr dihatin bi hezaran bûn.

Bê guman tenê operasyonên leşkerî tune bûn, di kirêtî û gemariya operasyonan de pîvan tune bû. Hemû cure dihatin ceribandin. Ji vana yê herî girîng yek jî careke din xurt kirin û bi karanîna xeta îxanetê ya dîrokî bû. Weke gelek serhildanên berê bira bi destê bira dan kuştin, di asta rêbertiyê de xwestin careke din bira bi destê bira bidin tasfiyekirin. Vana hemûyan têr nekir, weke gelek serhildanan xwestin careke din di şexsê rêbertiyê de serhildana dawîn jî têk bibin û carek din hêvî û baweriya Kurdan di şexsê rêbertiyê de bifetisînin. Lewre bi operasyoneke navteweyî Rêberê Gelê Kurd dîl girtin û avêtin girava îmraliyê. Di encamê operasyonên siyasî de siyasetmedarê kurdê ku bi salan zîndanê de nema be tune ye.

Li gel bi hezaran operasyonan û hemû van kiryarên hov û bê pîvanan dewlet ne di şerde ne jî ji hêla siyasî ve bi ser neket. Nekarî qedera têkçûnê careke din li ser Kurdan bide dubarekirin û careke din bi Kurdan çok bide danîn. Berevajî, xwediyê van kiryaran hemûyan di sergoyê dîrokê de cihê xwe girt û tu kes niha navê wan jî bibîr nayne. Lê berxwedana Kurdan sal bi sal rêxistin û hêza xwe xurtir kir. Her ku rêxistina kurd xurt dibû rûpoşa dewletê diket û ruyê dewletê yê rast derdiket holê. Her ku civaka kurd rûyê dewletê yê rast didît hişyar dibû, her ku hişyar dibû ji dewletê qut dibû.

Dewletê vî qutbûnê didît lê weke ku hêza wê ya şer tune bû ruyê wê yê ku karibe careke din kurdan bixapîne û bi dewletê ve girê bide jî tune bû. Lewre pêwistiya dewletê bi rûpoşeke nû hebû.

Ew rûpoşa dewletê ya nû AKP bû. Rê li desthilatdariya AKP’ê hate vekirin. AKP’e dê bi ol, bi biratiya olî ya derewîn Kurd bixapandina, rêxistinbûna wan tune bikira û di nava pergala dewletê de bihelandina. Di heman demî de dewleta Tirk bi destê AKP’ê dê li Kurdistanê hêza xwe ya têkçûyî jî ji nû ve dizayn bikira. Ji bo vêya jî pêdiva AKP’ê bi demê hebû. Ji bo demê jî hewce bû her tim qala çareseriyê bike, qala qirkirin û zilmên ku dewletê li Kurdistanê pêk anîne bike û bi vana li berdilê kurdan bide.

Bi saya siyaseta kurdan a aştîxwaz hetanî radeyek AKP di vî sayeseta xwe ya xapînok de bi ser ket. Heta ku di bin pêşengiya Rêber Ocalan de mutabaqata Qesra Dolmabahçe yê li ser AKP’ê hate ferzkirin rûpoşa AKP’ê ket. Piştî ku rûpoşa AKP’ê ket hate fêmkirin ku di bin wî rûpoşê de rûyê herî şerxwaz, herî qirker, herî talanker, herî wêranker, herî bê nirx, bê pîvan û bê rûmet heye.

Ji 28’ê Sibata 2015 yan vir ve hikumeta AKP’ê li dijî Kurdan şereke topyekûn daye destpêkirin. Hemû rê û rêbazên ku bi dehan caran hatine ceribandin û encam negirtine bi destê AKP’ê bi awayek nûjenkirî careke din tên ceribandin. Armanc li çarparçeyê Kurdistanê tunekirina hemû destkeftiyên Kurda ye. Lewre niha tenê ne li bakur li çarparçeyên Kurdistanê operasyonên siyasî û yên leşkeriyên herî dijwarên ku tu nirx, pîvan û exlaqê mirovahiyê nas nakin bi destê AKP’ê têne meşandin. Herî gefên tund û dijwar ji hêla rayedarên AKP’ê ve li Kurdan tên xwarin.

Rayedarên AKP’ê jî weke rayedarên hikumetên beriya xwe ji berxwedana Kurdan re temen diyarkirin. Wan jî weke yên beriya xwe domdariya erkdariya xwe di tunekirina Kurdan de dît. Ewqas bi xwe bawerbûn ku roja serkeftina xwe jî diyarkirin. Gotin piştî 1’Avrêlê tu kes dê qala berxwedana Kurdan neke. Lê niha em 22’ê yê Hezîranê de ne û li çarparçeyan Kurd bi berxwedaneke bê hempa li berxwe didin û berxwedana wan di cîhanê de deng vedide. Her roj serkeftinên mezin li ser serkeftinên xwe zêde dikin. Bi taybet bakur hemû buye qada şer. Roja ku agahiya kuştina hêzên dewletê neyê tune ye. Lê yên ku 1’ê Avrêlê ji bo xwe roja serkeftinê diyarkiribûn ketine bê dengiyê.

Wisa xuya dike ku rayedarên AKP’jî weke yên beriya xwe ketine xefleteke mezin. Hesabên wanên şaş careke din ji çiyayên Kurdistanê vegeriyane. Dîrok û pratîka 211 salî, bi taybet jî ya 40 salên dawîn ku me çavdêrî jê re kiriye nîşan dide ku li Kurdistanê operasyon encam nagrin û bi operasyonan Kurdistan nayê birêvebirin. Heke AKP di vî şerî de israrkerbe dê aqûbeta wê jî ji yên beriya wê cudatir nebe.

Feylozofek wiha dibêje; “Kesên ku her tim heman râbazê bikar bînin û encamên cuda hêvî bikin ahmeqin” Hewceye êdî li ser erdnîgariya Kurdistanê rêbaza ku heta niha nehatiye ceribandin bê ceribandin. Ew jî li ser hîmên aştî, biratî û wekheviye nasîna îradeya kurd e."