EDENE - Li Nexweşxaneya Başêr a Edeneyê ku çêkirina wê didome şewat derket. Hin karker birîndar bûn.
Li Edenê di Nexweşxaneya Bajêr a ku înşeata wê didome de ji ber sedemeke nehat zanîn, şewat der ket. Ji ber şewatê karker ji înşeatê hatin derxistin. Gelek agirkuj, polîs û ekîba tendirûtiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hin karker ji dixana reş a ku ji îşeata bilind dibû bi bandor bûn. Karkerên ku ji dixanê bi bandor bûn rakirin nexweşxaneyê. Agirkujên ku agir xistin bin kontrolê, bi amûran mudexeleyan wan dom kir.