ENQERE- Heyeta ku ji rêveberên PSAKD û ABF'ê pêk hat, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay ziyaret kir.
Heyata Elewiya ku ji Serokê Giştî yê Komeleya Çand a Pîr Sultan Abdal Ganî Kaplan û Alîkarê Serokê Giştî yê Federasyona Bektaşî ya Elewiyan Bulent Kaya pêk hat, li navenda giştî ya HDP'ê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay ziyaret kir. Kemalbay û Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP'ê Fatm Kurtulan heyet pêşwazî kirin. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Di hevdîtinê de çalakiyên ji bo Komkujiya Madîmaka Sîvasê ku di 2'yê Tîrmeha sala 1993'yan de pêk hat, hatin dest girtin.