Ji 29 siyasetmedaran 10 kes derxistin edliyê

AMED - Ji 29 siyasetmedarên kurd ên endamên KCD, TJA, DBP, HDP Û HDK'ê pêk tên û di 14'ê hezîranê de li Amedê hatibûn binçavkirin jê 10 kes derxistin edliyê.

Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna 2016’an, di nav de endam û rêveberên KCD, TJA, DBP, HDP û HDP’ê hene Ji 29 siyasetmedarên kund di 14'ê Hezîranê de hatin binçavkirin. Ji 29 siyasetmedaran 10 siyasetmedar piştî îfadeyên midûriyeta polîsan anîn Edliya Amedê. Siyasetmedaran li midûriyeta pol^sian mafê bêdengiyê bikar anîn. Siyasetmedar Sara Aktaş, Salih Keleş, Sîbel Îldan, Helbest Îlkhan, Şahcan Tuner û Paşa Şeker û 4 kesên din anîn edliyê.

Hatîce Uçar û kesek nav ne diyar ên di heman operasyonê de hatibûn binçavkirin, duh piştî îfadeyên midûriyeta polîsan serbest hatin berdan. Li bendê ye ku 19 siyasetmedarên li midûriyta polîsan tên ragirtin îro derbixin edliyê.