Parêzer dê 'Nobeta Edaletê' li Maçkayê bidomînin

STENBOL - Parêzerên ku ji bo hempîşeyên xwe li Dadgeha Stenbolê dest bi nobetê kirin, dê bi cubeyên xwe beşdarî "Nobeta Edaletê" ya li Maçkayê bibin.

Gelek rêxistinên hiqûqê bi armanca piştgiriya hempîşeyên xwe yên girtî, dest bi "Nobeta Edaletê" kiribûn. "Nobeta Edaletê" ya parêzeran ku li ber Dadgeha Stenbolê hatibû destpêkirin, di hefteya 12'emîn de jî domiya. Parêzeran weneyên hempîşeyên xwe yên girtî bi bersûtkê xwe ve daleqandin û nobeta xwe girtin. Parêzeran piştî nobetê wêneyên giştî kişandin û ji bo derbasî çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Parka Maçkayê bibibin, ji dadgehê veqetiyan.