AMED – Mesut Yalavuz ê leşkeran ew binçav kir birîndar kir wiha got: “Leşkeran xwest min bi îşkenceyê bikujin. Ez neçar bûm birevim. Piştî ez reviyam êrîşî min kirin.”
Li gundê Beşiştê yê Licê ya Amedê, di 19’ê hezîranê de leşkeran bi ser gund de girt û Mesut Yalavuz binçav kirin. Xizmên Yalavuz di 20’ê hezîranê de li çoltera gund bi birîndarî dîtin û ew rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeh Dîcleyê. Yalavuz hêj li beşa lezgîn tê dermankirin.
XWESTIN BI ÎŞKENCEYÊ MIN BIKUJIN
Dayika Yalavuz, Raîfê Yalavuz diyar kir ku kurê wê piştî emeliyatê hinek hatiye ser hişê xwe û wiha got: "Her çiqas demek kurt be jî min kurê xwe dîtiye. Kurê min got 'Saet di 18.30’an de xwestin min bi îşkenceyê bikujin. Ji destê min jî tenê rev hat. Ji ber ku ez reviyam êrîşî min kirin. Ez bi halê xwe birîndar reviyam. Pişt re ez li ku ketim nayê bîra min' û tiştê bi serê wî de hatiye vegot.”
DOZGERIYÊ HEVDÎTINA MALBATÊ QEDEXE KIR
Dayik Yalavuz destnîşan kir ku kurê wê dest û lingên wî kelepçekirî hatiye emeliyatkirin û wiha got: “Ev yek nayê qebûlkirin. Li gorî me agahî ji doktaran girt, talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye. Ji bo baş bibe, divê rojê 3-4 caran li ser xwe bigere. Dozger hevdîtina li gel kurê min qedexe kiriye. Ji bo li ser piya bê gerandin ferman daye leşkeran. Divê em ji nêz ve bi dermankirina wî re eleqedar bibin. Ji bo ez li kurê xwe binerim, min daxwazname daye dozgeriyê.”
RAMAZAN YALAVUZ 4 ROJ E DI BINÇAVAN DE YE
Li aliyê din Osman Yalavuz ê leşkeran ew li gund birîndar kirin û binçavkirin, duh êvarê ji beşa lezgîn hat derxistin û hildan odeya serwîsê ya asayî. Hat zanîn ku rewşa Osman Yalavuz ber bi başbûnê ve diçe û hat diyarkirin ku milê wî çepê di bin îşkenceyê de hatiye şikandin. Nayê zanîn ku dê kengê dermankirina Yalavuz bi dawî bibe.
Bavê Osman Yalavuz, Ramazan Yalavuz ji ber buyerê 4 roje di binçavan de ye. Hat zanîn ku Yalavuz ji ber nexweşîna xwe her tim ji ser hişê xwe diçe û nayê zanîn ku dê kengê îfadeyê wî bê girtin.
Piştî ku duh êvarê qedexe ji ser gundên Licê, Karaz û Hezroyê hat rakirin, hat zanîn ku leşker ji hin deveran vekişiyaye û tevahî herem di bin dorpêçê de ye.