Ji doza Rojnameya Ozgur Gundemê kes nehat berdan

STENBOL - Rûniştina doza Rojnameya Ozgur Gundemê ku 9 rojnameger tên darizandin li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştinê îro de dîsa kes nehat berdan. Der barê Nivîskar Asli Erdogan û Necmiye Alpay de biryara xedexeya dervê welat hat rakirin.

4'emîn Rûniştina doza Rojnameya Ozgur Gundemê ya Nivîskar Asli Erdogan, Zimanzan Necmiye Alpay, Ragıp Zarakolu, Filiz Koçalî, Eren Keskin, Zana Kaya, Înan Kizilkaya, Kemal Sancili û Bilge Oykut Contepe jî di navde, li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya û Xwediyê îmtîyazê Kemal Sanciyi ku girti tên darizandin li salonê amade bû. Eren Keskin, Necmiye Alpay û Aslı Erdogan jî li salomê amade bûn. Gelek heyetên biyani jî doz şopandin. Nûnerên Swêd, îngîlîstan, Alman û Hollanda jî doz şopandin.

Rûniştina dozê bi parastina Kemal Sancili dest pê kir. Sancili, di parastinê de diyar kir ku ew îmzeya xwe davê bin hemû nûçeyên rojnameyê û xwest bê berdan. Înan Kizilkaya jî anî ziman ku ew rojnameger e û perwerdehiya rojnameyegiryê stendiye. Kizilkaya, anî ziman ku ji bilî 3 Ç û 3 K tiştekî cuda hebe ew sucdariyê qebûl dike. Kizilkaya, anî ziman ku rojnamegerî ne sûc e û wiha got: "Ez di bin tecrîda giran de têm girtin. Min tenê karê rojnamegeriyê kiriye û xwest hemû rojnamegerên girtî bên berdan. Di rûniştinê îro de dîsa kes nehat berdan. Der barê Nivîskar Asli Erdogan û Necmiye Alpay de biryara xedexeya dervê welat hat rakirin.

Heyeta dadgehê rûniştina dozê taloqî 31'ê Cotmehê kir.