ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca bi pêşniyarnameya lêkolînê ji meclîsê xwest der barê kuştina welatiyan polîsan bi maşineyên zirxî ew qetilkirin lêkolînû lêpirsîn bike.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, ji bo kuştina welatiyên sivîl ên ku polîsan bi maşîneyê zirxî kuştin û wekî qeza pêk hatiye nîşan da pirsnameya lekolîne da meclîsê. Uca hemû bûyer rêz kirin û xwest yek bi yek bê lêkolînkirin û hesap ji wan bê pirsîn.
Uca bûyer wiha rêz kirin:
Li ser reya Licê-Çewligê, mînîbuseke ku tîmên tevgera taybet tê de bûn, roja 19'ê hezîrane li mînîbusekê qelibî û 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 19 jî birîndar bûn. Xizmên kesên hatin kuştin, dema çûn sersaxiya malbatên kuştiyan, piştî rojekê dema ji sersaxiyê vedigeriyan bi wesayita zirxî hatin kuştin. Li deşta Fîsê ya Licê wesayita zirxî li wesayita wan qeliband û Mahmût Oner (74), Mevlut Dagtaş (64), Abdulhamît Dagtaş (63), Fîkrî Demîrbaş (53) û Zeynep Demîrbaş (76) jiyana xwe ji dest dan. Di 14'ê Hezîranê de jî li Licê, jina 84 salî Pakîze Hazar dema ji bo mûçeyê xwe yê extiyarê bikişîne hate navenda navçeyê, wesayita zirxî ya polîsan lê qeliband û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Di 20'ê Hezîrê de li navçeya Elkê, wesayiteke zirxî li pêşiya navçeyê li wesayiteke sivîlan qelibî û 3 welatî birîndar kir.
"Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, roja 9'ê Hezîranê wesayita zirxî ya polîsên tîmên taybet li motorsîkletekê xist. M.Ş.B. (17) ê li ser vê motorsîkletê bi giranî birîndar bû. Zarokê ku hê li nexweşxaneyê ye, lingê wî ji çongê ve hate birîn.
Li Wanê ji 2 welatiyên roja 28'ê Nîsanê ji ber lêdana wesayita zirxî ya polîsan birîndar bûn, Samî Ûçan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. 7 kes ji ber lêdana wesayita zirxî birîndar bûn.
Li navenda bajarê Wanê, roja 18'ê Nîsanê wesayita zirxî li kolana 2 Nîsanê li 2 sivîlan xist. Ji van Abdulvahap Taş bi giranî birîndar bû. Taş ku cegera wî parçe bû û hiş ji serê wî çû, bi rojan li nexweşxaneyê ma.
POLÎSAN BI PANZÊRÊ 2 ZAROK DI XEW DE QETIL KIRIN
Li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiya ya Şirnexê, di şeva 3'ê Nîsanê de panzera Elman dîwarê xaniyekî xera kir û kete hundirê malê. Mûhammed ê 7 salî û Fûrkan Yildirim ên 6 salî, yên li odeyê razayî bûn, di binê panzerê de jiyana xwe ji dest dan. Girtina kiryar hate redkirin û ev bûyera kuştinê jî weke 'qeza' û 'qederê' hate nîşandan.
Li taxa Ofîs a Amedê, wesayita zirxî ya bi tîpa Kîrpî roja 29'ê Adarê li mînîbusa li rawestgeha rêwiyan bû qeliband. Di encamê de 4 rêwî birîndar bûn. Di Nîsana 2016'an de li heman cihî, wesayita zirxî ya leşkerî ya bi tîpa Kîrpî li Hatûn Elhûman a 55 salî qeliband û Elhûman jiyana xwe ji dest da bû.
Li navçeya Hezex a Şirnexê, roja 21'ê Adarê, wesayiteke zirxî ya bi tîpa Ejder li wesayiteke sivîlan a diçû Cizîrê xist. Di bûyerê de Okan Înce, Bahadir Beyazlioglû û kesekî navê wî nehate hînbûn jiyana xwe ji dest da.
Li benda kontrolê ya polîsan a li ser rêya Sêrt-Êlihê, roja 4'ê Adarê wesayita zirxî dema bi paş ve dihat li Kerem Arslan (34) ê bi telefonê daxivî xist. Arslan ê di binê wesayitê de ma, jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê, 9'ê Sibatê xwendekara dibistana seretayî Berfîn Dîlek a ji dibistanê vedigeriya malê, ji ber ku wesayita zirxî lê xist, jiyana xwe ji dest da.
Li Cizîrê, di 24'ê Cortmeha 2016'an de, zarokê 5 salî Hakan Sarak ê li kolana xwe bi gogê dilîst, di binê wesayita zirxî de ma û jiyana xwe ji dest da
Li sûka Geverê, roja 8'ê Cotmeha 2016'an, wesayita zirxî ya bi tîpa Kobra gule li sivîlan reşand. Ji ber gulereşandinê welatî Aydin Tumen, Serhat Bûldan, Rahmî Sefali û Nejdet Îşozu jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn. Vê komkujiyê li navçeyê rê li ber nerazîbûneke mezin vekir. Ji aliyê rayedaran hate gotin ku di çeka wesayitê de pirsgirêk derketiye.
Li meydana Seyîd Riza ya Dersimê, 6'ê Îlona 2016'an wesayita zirxî ya bi tîpa Kobra pê li jina 71 salî Naciye Ozdemîr kir. Wesayita zirxî hewl da ji cihê bûyerê bireve, lê gel li dorê civiya û nerazîbûneke mezin nîşan da. Heta hatina dozger, gel nehişt wesayit li şûna xwe bilive. Lê ev doz jî bê encam ma.
Li taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, 30'ê Tebaxê, welatiyê 17 salî Mûstafa Dûman, li hewşa mala xwe rûniştibû, bi gulebarana wesayita zirxî birîndar bû. Dûman li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, di 7'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da.
Li navenda Wanê, roja 24'ê Tîrmehê li pêşiya Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Rêya Armûşê, wesayita zirxî pê li Taha Kiliç ê 4 salî kir û ew kuşt.
Li Geverê, roja 18'ê Tîrmehê, Surmî Înce ya 55 salî ku taştê dibir ji zarok û hevserê xwe yên li bajarokê Xirvatê giha diçinand, ji ber gulereşandina ji wesayita zirxî hate kuştin.
Di hemû bûyeran de jî ji aliyê darazê ve tu lêpirsîn nehat vekirin. Lêpirsînên hatin vekirin jî hemû bê encam man.
‘KAZALAR KÜRT İLLERİNDE YAŞANIYOR’
Uca, xwest hemû welatiyên bi maşîneyên zirxî yên di salek dawî de hatine kuştin yek yek lêkolînkirin û hesap ji wan bê pirsîn