RIHA-Li Rihayê komira ku ji aliyê Weqfa Alîkariya Civakî di bin navê xizaniyê de tê belavkirin, li asîmanên bajêr dibe sedema ewrên duxanî û bandoreke neyînî li jiyanê dike.
Li Rihayê, komira ku ji aliyê Weqfên Alîkariya Civakî yên li navçeyên navendî Halîliye, Eyûbiye û Karakopriyê li gelê Rihayê tê belavkirin, bi duxana xwe li asîmanên bajêr dibe sedema qirêjibûna hewayê. Her sibeh û êvarî li asîmanên bajêr ewrên reş xwe didin der û di dema barîna baranê de ew duxana reş li ser bajêr dibare.
LI 30 HEZAR MALBATÎ KOMIR HAT BELAVKIRIN
Li her 3 navçeyan komira ku li nêzî 30 hezar malbatî tê belavkirin, malbatên pêdiviya wan ji bo komirê heye, divê serî li weqfê bidin û xizaniya xwe beyan bikin. Piştî serlêdanê weqf heyetekê dişîne malên gel ji bo rewşa wan ya aborî bişopîne. Piştî ku serlêdan tê pejirandin, gel diçin weqfan kaxezekî digirin û diçin cihê belavkirina komirê. Ji bo her malbatekê 25 torbe (750 kg) komir tê dayîn. Belavkarî tax bi tax pêk tên. Belvakirina komirê ji destpêka mijdarê heta rojên dawî yên mijdarê berdewan dike. Îsal jî li navenda Rihayê nêzî 30 hezar malbat komir wergirtin. Bi hezaran malbat jî, ji bo komirê serlêdan pêk anîne lê ji wan re derneketiye. Lê pirsigirêka sereke ew e ku, piştî komir li malê tê bikaranîn xwe dide der. Niştecihên bajêr îdia dikin ku, ev komir dibe sedema qirêjbûna hewayê û bandoreke neyînî li jiyanê dike.
MALBAT JI NEÇARÎ KOMIRÊ BI KAR TÎNIN
Li navçeya Halîliyeyê Mahmut Guneş ê 50 salî diyar kir ku, dema ew komirê bi kar tînin duxan û bêhna wê dikeve hundir û her wiha dibe sedema qirêjbûna hewayê, lê ji ber gaza xwezayî tune ye, ew ji neçarî vê komirê bi kar tînin.
KOMIR A TKÎ'YÊ YE
Weqfa Alîkariya Civakî pirsa me yî ku komir dibe sedema qirêjbûna hewayî wiha bersivand:"Komir ji aliyê Gerînendetiya Giştî ya Kargeriya Komirê ya Tirkiyeyê (TKÎ) bi awayekî analîzkirî tê şandin."